Ji Demîrtaş banga ji bo xurtkirina piştevaniyê 2023-02-10 21:08:32   ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahettîn Demîrtaş, diyar kir ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan li herêma erdhejê tenê propagandaya xwe û partiya xwe dike û ji bo piştevaniyê bang kir.    Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal têkildarî erdhejê daxuyanî da. Demîrtaş di daxuyaniya xwe de gotina "Îro ne roja siyasetê ye" ya Koordînatorê Herêma Rojhilatê Anatolyayê yê AKP'ê Nûrettîn Doganay bibîr xist û got: "Peywira ku navenda propagandayê ya qesrê daye wan dike."    Demîrtaş di daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye ku erdhej ne mijareke di ser siyasetê, mijareke di ser partiyan re ye û got: "Li welatên demokrasî li wan heye, dewlet tiştekî din e, hikûmet tiştekî din e. Kî bê ser hikûmetê bila bê, di birêveçûna sereke ya dewletê de guherînên mezin çênabin. Mesela li JAponyayaê, di warê erdhejê de ne hewce ye mirov zorê bide hikûmetê. Ger kêmasiyeke hikûmetê çêbibe, hewce nake tu wê li bin guhê erdê bixî. Jixwe saziyên dewletê hemû li hemberî erdhejê têdikoşin û vî tiştî bi awayekî sîstematîk bi xwe dikin."    Demîrtaş diyar kir ku gava Pergala Hikûmeta Serokkomartiyê hatiye, cihêkariya dewlet-hikûmet-partiyê ji holê rabûye û got ku hemû sazî bi kesekî ve hatine girêdan. Demîrtaş di daxiyaniya xwe de wiha got: "Yekzilamî, ji bo desthilata xwe bidomîne û ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve, hemû gavên xwe li gor vê diavêje. Hele kesekî wekî Erdogan ku bûye hosteyê berjewendiya siyasî, ne pêkan e ku ji bo berjewendiyên xwe nêzî hilbijartinê nebe. Niha tekane tişta ku Erdogan dike, propagandaya xwe û partiya xwe ye."    Demîrtaş, di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku li herêma erdhejê koordînasyon pir qels e û got: "Ev jî dê bi zextên siyasî yên gel çareser bibe. Tişta şaş, ne ku mirov di vê atmosferê de siyasetê neke, propagdaya partiyê bi xwe ye. Hesab û kîtabên hilbijartinê bi xwe ne. siyaset îro ro amûra parastinê ya herî girîng a civakê ye. Nehêlin ev bi dest wan bikeve. Em li ber xwe bidin û bi piştevanî hereket bikin."