Mexdûrên erdhejê ji Îskenderûnê koç dikin 2023-02-10 21:25:31   HATAY - Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li Îskenderûnê berdewam in. Xelkê bajar pêl bi pêl koç dike û mîna bajarekê xeyaletê bûye. Li hêla din destûr nayê dayîn ku parêzer bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li navçeya Îskenderûn a Hatayê berdewam in. Ji ber ku AFAD’ê hejmareke kêm a konan da, gelemperiya mexdûrên erdhejê li ser kavilên avahiyan agiran vêdixin û heta serê sibehê li wir dimînin.   AV VEKIŞIYA Ji ber erdhejê, li qeraxê Îskenderûnê av bi qasî 200 metreyan pêş ketibû lê ji îro ve dîsa vekişiya. Hat dîtin ku li deverên behrê xwe jê vekişandî erd qelişî ye. Li Bendergeha Îskenderûnê ji ber ku konteynir wergeriya, duh şewat derketibû û gelemperiya bendergehê şewitî. BAJARÊ XEYALET Naveçeya Îskenderûnê mîna bajarekê xeyaletê bûye û koça gel a ji navçeyê didome. Li navçeyê sed avahî rûxiyane û xesar gihiştiye bi hezaran avahiyan. Welatiyan da zanîn ku 2 roj piştî erdhejê alîkarî gihiştine navçeyê lê tîmên lêgerîn-rizgarkirinê piştî 35 saetan hatine navçeyê û êdî li kavilên ku deng jê nayê xebatan nameşînin. 'HEVDÎTIN BI GIRTIYAN RE NAYÊ KIRIN’ Endama HDP PM’ê parêzer Mehtap Sert da zanîn ku di nava 2 rojan de li ser navê dewletê tu kes nedîtine û wiha got: “Piştî parvekirinên li ser medyaya civakî, tîmên lêgerîn-rizgarkirinê hatin navçeyê. Xebat berdewam in. Di dema erdhejê de xuya bû ku tu saziyên dewletê ji bo karesatên xwezayî amade nînin. Jixwe li girtîgehê UYAP hatiye girtin, hevdîtina parêzeran a bi miwekîlên xwe re hate qedexekirin. Di mijara ceyran, înternet û telefonê de me pirsgirêk jiyan.” MA / Hamdûllah Yagiz Kesen