AFAD’ê tîmên biyaniyan ên lêgerîn û rizgarkirinê asteng kirin 2023-02-10 21:59:04   DÎLOK - Tîmên biyanî ku li Semsûrê hewl dan 2 birîndaran ji bin kavilan derxînin, ji aliyê AFAD’ê ve hatin astengkirin û ji qadê hatin dûrxistin.    Di erdheja navenda ku navenda wê Bazarcixa Mereşê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên dereng destpêkirin vê carê ji aliyê AFAD’ê ve tên astengkirin. Hate diyarkirin ku Tîmên AFAD’ê li Semsûrê fransî li Hatayê jî tîmên kosovayî dema li ser kavilan xebatên xwe didomandin ji qadê hatine dûrxistin. Tîmên AFAD’ê tîmên profesyonel ên biyanî ku li Hatayê hewldan 2 birîndaran ji bin kavilan derxînin asteng kirin. Tîmên Kosovayî pişt re ji aliyê polîsan ve hatin dûrxistin.    MA / Berîvan Kûtlû