Dilxwazan rizgar kir, AFAD’ê wêne kişand 2023-02-10 23:03:57   MEREŞ - Welatiyên bi dilxwazî ji Stenbolê hatin Mereşê û tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bûn, welatiyek ji bin kavilan rizgar kirin. Di kêliya dawî de tîmeke AFAD’ê bi welatî re wêneyek kişand û piştre jî ji qadê dûr ketin. Tîmên dilxwaz ên piştî erdheja li bakurê Kurdistanê hatin herêma erdhejê, rastî gelek astengkirinan tên. Komeke dilxwazan ku ji Stenbolê hatibû navçeya Elbistan a Mereşê xwe gihand Ajansa Mezopotamyayê (MA) û qala astengiyên lê rast tên kirin. Dilxwazan destnîşan kirin ku xebatên lêgerîn-rizgarkirinê pir hêdî derbas dibin û niha li gelek noqteyan jî nayên kirin. DILXWAZÊN KU WELATIYEK RIZGAR KIRÎN HATIN DÛRXISTIN Welatiyekî dilxwaz da zanîn ku li devera ku weke Hamam Ustu tê zanîn a li ser Cadeya Teknosa ya li Taxa Guneşliyê kesekî di bin kavilan de rizgar kirine lê di kêliya dawî de tîmên AFAD’ê bi kesê hatiye rizgarkirin re wêne kişandine û kesên dilxwaz jî ji herêmê dûr xistine. Dilxwazî got ku ji bo hîn bibin bê ka kesê hatiye rizgarkirin sax e yan na, lê tu agahî bi dest nexistine. DI BIN XERABEYAN DE DENGÊ MIROVAN TÊN Kesê dilxwaz da zanîn ku di bin kavilên Hamam Ustuyê de dengê mirovan tê û banga alîkariya lezgîn kir. LI NAVÇEYÊ REWŞA BÊKOORDÎNEYIYÊ Komeke mamosteyan ku ji Amedê çûbûn Elbistanê jî dan zanîn ku di belavkirina alîkariyan de bêkoordîneyiyeke zêde heye. Perwerdekaran wiha got: “Bi TIR’an alîkarî tê vê derê. Lê cihekî ku lê deynin û kesên li gel belav bikin tune ne. Gel pirsgirêka avê dijî û bi TIR’an avê datînin nava kolanê û diçin. Li vir hewcehî bi hêza mirovan heye.” PIRSGIRÊKA DAŞIRÊ HEYE Perwerdekaran diyar kir ku yek ji pirsgirêkên din ên navçeyê jî pirsgirêka daşirê ye û wiha gotin: “Pirsgirêka daşirê heye. Hindik ma ye ku mirov ji ber şewbê bimrin.”