Şandeya HDP’ê li Semsûrê çû serdana mexdûrên erdhejê 2023-02-11 00:58:40   SEMSÛR - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî di nav de şandeyeke HDP’ê li Semsûrê çû serdana mexdûrên erdhejê. Şandeyeke HDP’ê ku Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û parlamenter Şevîn Coşkun, Saît Dede, Necdet Îpekyuz, Kemal Bulbul, Abdullah Koç û Garo Paylan jî di nav de bûn, îro çûn serdana mexdûrên erdhejê yên Semsûrê. Şandeya HDP’ê li depoyên alîkariyê banga piştevaniyê kirin û banga alîkariya betaniye, xwarin, pateyên zarokan, alavên paqijiyê û cil û bergên zivistanê kirin. Şandeya HDP’ê piştre jî li aşxaneyê li mexdûrên erdhejê xwarin belav kir û li ser kavilan lêkolîn kirin. Şandeya HDP’ê piştre jî çû şîna kesên xizmên xwe li gundê Dardagan ê Semsûrê windakirin ku li Cemxaneyê hatibû danîn.