Bozdag li Amedê hate protestokirin û nekarî biçe cihê kavilan 2023-02-11 02:28:57   AMED - Wezîrê Dadê Bekir Bozdag li Amedê dema dixwest biçe cihê kavilan, ji hêla gel ve hate ptotestokirin û gel got; “Dewlet tune bû.” Li ser bertekan, Bozdag nekarî biçe cihê kavilan. Bertekên gel ên li dijî îktîdara AKP’ê her ku diçe zêdetir dibin. Gelê ku li ser kavilan li benda derxistina xizmên xwe disekine, bi gotina “Dewlet tune ye” xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bi piştevaniyê mezin dike. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî ragihandina OHAL’ê hate herêma erdhejê û di daxuyaniyên li pêşiya konên AFAD’ê de heqaret li gel kir û gef xwarin. Erdogan, cihên ku neçûyê jî wezîrên xwe dişîne. Rayedarên AKP’ê ku diçin herêmên bi hezaran kavil lê ne, rastî bertekên gel tên û neçar dimînin ku herêmê biterikînin. Mînaka vê ya herî dawî jî bû Wezîrê Dadê Bekir Bozdag. Parlamentera AKP’ê Oya Eronat çûbû ser kavilên Apartmana Sozel a li Semta Ofîsê ya Yenîşehîrê lê ji hêla gel ve hatibû protestokirin û neçar ma bû ku wir biterikîne. Bozdag jî xwest ku biçe heman cihî lê rastî bertekên gel hat. Bozdag, li gel qeyûmê Şaredariya Bakarê Mezin a Amedê û Waliyê Amedê Alî Îhsan Su û tevî polîsan kete kolana avahiya navborî. Lê ji hêla gel ve hate protestokirin. Dema Bozdag dihat protestokirin û ji nava kolanê derbas dibû, welatiyan got; “Dewlet tune ye.” Bozdag ku nekarî bi gel re peywendiyan deyne, neçar ma ku herêmê biterikîne.