Li Amedê piştî 122 saetan jinek sax hat rizgarkirin 2023-02-11 08:50:01   AMED - Li Amedê piştî 122 seetan jineke bi navê  Maşallah Çîçek ji bin kavila avahiya Sozelê hat xelaskirin.    Li Ameda ku ji erdheja navenda wê Mereşê bandor bû, xebatên lêgerîn û rizgarkirina welatiyan a ji bin xirbeyên avahiyan berdewam dike. Piştî 122 saetan ji kavilê Apartmana Sozel a Taxa Kooperatîfler a semsa Ofîsa navçeya Bajarênû yê Amedê jineke bi navê Maşallah Çîçek a 55 salî hat xelaskirin.   Çîçeka birîndar bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.