Kesên Abdullah Ocalan nas kirin: Fikrên wî komplo şikandin 2023-02-11 10:02:48   RIHA - Kesên ku li Sûriyeya komplo lê hat kirin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nas kirin wiha gotin: “Ew ne tenê rêberê me ye, rêberê hemû gelên bindest e. Fikrên wî komplo şikandin.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi hevkariya hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê hate derxistin di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê û niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tên ragirtin. Ocalan, ji wê dîrokê û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. Ji 25’ê adara 2021’an û vir ve agahî jê nayên girtin.    Komploya ku bi ser re 24 sal derbas bûn negihişt armanca xwe. Li dijî vê fikrên ku Ocalan pêş xistî, îlham da gelên Rojhilata Navîn gu veguheriye gola xwînê. Kurd û dostên wan li Sûriyeya ku starta komployê hate dayîn dijîn li ser fikrên Ocalan tevgeriyan û jiyaneke nû avakirin.  Şopên ku Ocalan li vir hiştin, piştî şerê navxweyî yê di sala 2011’an de derket berbiçavtir bû. Kurd û dostên wan li dijî rejîmê û hêzên paramîlîter ên li dijî rejîmê di ‘Rêya Sêyemîn’ de pêş ve çûn. Kurd û dostên wan ên xweseriya xwe ya cewherî îlan kirin, DAIŞ’a ku bû belaya serê hemû mirovahiyê têk bir.    Welatiyên ku dema Ocalan li Sûriyeyê bû firsend dîtin ew nas kirin, diyar kirin ku komploya kete sala 25’emîn nekarî ji fikrên Ocalan ên danîn holê re bibin asteng.    DEMA ZAROK BÛ EW NAS KIRIN   Vahîde Seyîd Ahmed a 57 salî jî yek ji wan kesên ku Ocalan nas kirî ye. Ahmed, di temenên zarok de Ocalan nas kir. Ahmed, da zanîn ku dema Ocalan di sala 1979’an de derbasî Kobanê bû ew naskirî ye û wiha got: “Dema dewletên navneteweyî Serokatî girtin û radestî Tirkiyeyê kirin fikirîn ku wê fikrên wî yên azadiyê jî tune bibin. Lê fikra wî ya azadiyê, bîrdoziya wî hêj mezintir bû. Bi vî awayî komplo hate têkbirin.”   ‘HETA KU BI AWAYEKÎ FÎZÎKÎ AZAD BIBE…’   Ahmed, bi lêv kir ku Abdullah Ocalan tenê bi awayekî fîzîkî tê girtin û wiha berdewam kir: “Fikir û felsefeya wî azad e. Nikarin wan bigirin. Ev komplo bi felsefeya wî hatibû şikandin. Em jî dê her tim bi vê felsefeye jiyana xwe bidomînin. Wê tu deman vîna me neheje. Serok Apo, ne tenê rêberê me ye, rêberê hemû gelên bindest e. Divê hemû jin li dora komplo û tecrîda li dijî serokatiyê bibin xelek. Divê em tecrîda girankirî a li dijî Serokatî hilweşînin. Heta ku Serokatiya me bi awayekî fîzîkî azad nebe em ê têbikoşin.”   ‘SEROKÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ’   Endamê Meclîsa Malbatên Şêhîdan a Kobanê Şêx Ahmed Hemo yê di gulana 1995’an de li Sûriyeyê Abdullah Ocalan nas kir, hev nasîna xwe wiha vegot: “Di pêvajoya ku Serokatî li Rojhilata Navîn bû min firset dît kup ê re hevdîtinê bikim. Ev ji bo min xewnek bû û pêk hat. Min di 17’ê gulana 1995’an de Serokatî dît. Em çûbûn malekê, pişt re serokatî hate wir. Di nava kelecan û mereqê de li benda wan bûm. Piştî demekê bi cilên xwe yên sivîl û rihên xwe yên piçekê dirêjbûyî hat. Ew serokê têkoşîna azadiyê ye. Ew ji bo azadî û wekheviya civakan têdikoşiya. Ji bo min dîtina wî şansekî gelek mezin bû.”   Hemo, bi lêv kir ku derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê û dû re anîna wî ya li Tirkiyeyê ya di 15’ê Sibatê de weke “Ji bo dîroka mirovahiyê lekeyeke reş” penase kir û ev tişt gotin: “Bi hevkariya dewletên navnetewî ku di dagirkirina Kurdistanê de berjewendiyên wan ên hevpar hene Serokatî hate girtin. Ev dewlet, ji bo dîroka mirovahiyê lekeye reş hiştin. Qaşo saziyên mafên mirovan diparêzin hene. Wê demê divê peywîra ku dikeve ser milê wan pêk bînin. Divê saziyeke weke CPT’yê ku ji bo pêşîlêgirtina îşkenceyê hatiye avakirin û hemû welatên Ewropayê zextan li Tirkiyeyê bike û azadiya fîzîkî ya Serok Apo pêk bînin.”   MA / Omer Akin