Di bin kavilan de qerisîn û canê xwe ji dest dan: Me hawar kir lê kes nehat alîkariyê 2023-02-11 11:08:12   MEREŞ - Li gundê Nergele yê Elbistanê Kutsiye Çakmak a ku dayik û birayê wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane got: “Di bin kavilan de min ji wan re got hinek din jî li ber xwe bidin lê makîneyên kar nehatin.”    Li navçeyên Elbistan û Nurheqê yên Mereşê û li gundên van navçeyan jî karesatek dijwar a erdhejê çêbûye. Heta niha li gundên Elbistanê û Nurheqê bi qasî 20 kesî canê xwe ji dest dane. Gund bi temamî hatin valakirin. Ji ber erdhejê û berfê rê hatibûn girtin û piştî 4 rojan rê hatin vekirin. Makîneyên kar û tîmên rizgarkirinê ku neçûn gundan, di bin karesatê de mane. Gelek mirov bi rojan li benda rizgakirinê man. Gelek welatî ji aliyê malbat û xizmên xwe ve hatin derxistin. Gelek kes jî ji ber sermaya dijwar canê xwe ji dest dan.    HERÎ KÊM 20 KESAN CANÊ XWE JI DEST DA    Li gundên Zîlan, Kûrte Hişkê, Derbendê, Ekînozu yên bi ser Elbîstanê ve û gundên Mîr Elî û Nergelê yên bi ser Nurheqê ve gundên herî zêde di bin bandora erdhejê de mane. Gund bi temamî hatin valakirin. Li herêma Nergelê tê gotin herî kêm 20 mirovan canê xwe ji dest daye. Xelkê gundan diyar kir ku pêdiviyên wan ên konan, germkirinê û hêwirînê nehatiye temînkirin û xelk bi tenê hatiye hiştin. Her wiha li herêma Ava Teterê li gelek gundan hejmarek zêde xanî hilweşiyan e û xelkê van gundan jî neçar man ji malên xwe derkevin.    QERISÎN Û ŞEWITIN Û CANÊ XWE JI DEST DAN    Li gundê Mîr Eliya di kêliya erdhej çêbûye de 2 kes şewitîne û canê xwe ji dest dane û 2 kes jî 2 kes jî di bin kavilan de canê xwe ji dest dane. Rêya gund piştî 4 rojan hat vekirin. Bi vekirina rêyan re cenaze hatin veşartin. Welatiyanbi derfetên xwe cenazeyan veşartin. Welatî dibêjin hemû malên wan xesar dîtine û gelek ji wan hilweşiyane û li gel hemû gazin û hawara wan jî rê nehatine vekirin û makîneyên kar neçûne gundan.    4 ROJ RÊ NEHATINE VEKIRIN    Cenazeyê Fatma Yapici (72) û lawê wê Îsmaîl Yapici (41) piştî erdhejê çar roj şûnve ji aliyê gundiyan ve hat veşartin. Her wiha dayik û keça xwe ku di kêliya erdhejê de şewitîne û mirine jî ji aliyê gundiyan ve hatine veşartin.    KESÎ DENGÊ WAN NEBIHÎSTIYE    Kutsiye Çakmak destnîşan kir ku dayika wê û birayê wê di encama xemsariya dewletê de jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Bi rojan em li bendê man ku rê bên vekirin. Me cenazeyên xwe 4 roj şûnve ji bin kavil derxist. Çawa dibe ku çar rojan rê nayê vekirin û tîmên rizgarkirinê nayên şandin. Tişten xerab hat serê me. Tevî hemû qêrîn û hawara me kesî dengê me nebihîst. Min ji dayik û birayê xwe re digotin li ber xwe bidin wê kemçe were. Em bi hêvî bûn ku makîne werin û em ê wan rizgar bikin. Lê ji ber ku kempçe nehatin jiyana xwe ji dest dan.”    HAWAR KIRINE JÎ LÊ RÊYÊN WAN NEHATINE VEKIRIN    Azîz Yapici yê ku dayik û birayê wî di bin kavilan de mirin jî anî ziman ku her çiqas wan hawar û qêrîn kir jî lê rêyên wan nehatin vekirin û tu tîmen rizgarkirinê û tenduristiyê neşandine gund. Yapici anî ziman ku piştî çar rojan kempeçek şandine gundê wan û cenazeyên xwe derxistine. Yapici da zanîn ku kesî alîkarî nedaye wan û bi derfetên xwe cenazeyên xwe veşartine.    MA / Adnan Bîlen