Şêniyên Taxa Xoltoyê: Ji bilî endamên AKP’ê alîkariyê nadin tu kesî 2023-02-11 11:18:26 DÎLOK - Welatiyê Taxa Xolto ya li quntarê Amanosan ku ji erdhejê rizgar bûbûn, diyar kirin ku hewcehiya wan herî zêde bi kon û avê heye. Welatiyan got ku alîkarî 4 roj piştî erdhejê hatine taxa wan lê tenê li endamên AKP’ê tên belavkirin.    Nîviya navçeya Islehiya ya Dîlokê di encama erdhejê de hilweşiya. Yek ji taxên navçeyê Xolto jî di erdhejê de hilweşya. Li taxê 5 hezar kes dijiyan û derdora 50 avahiyan rûxiyan. Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê dereng hatin taxê û kesên di bin kavilên avahiyan de mayîn jî ji hêla şêniyên taxê ve hatin derxistin. Heta niha 37 cenaze ji bin xerabeyên taxê hatin derxistin û definkirin.    Şêniyên taxê niha li konên ku bi derfetên xwe çêkirine de dimînin. Kesên dilxwaz xwe gihandine taxê û di mijara xurekan de pêş ketine lê nebûna konan, şêniyên taxê zêde dide zorê.    CENAZE BI PIŞTEAVNIYA CÎRANAN HATIN DERXISTIN    Ji şêniyên taxê Gulîzar Ozturk da zanîn ku her kesê li taxê bi hewldanên xwe cenazeyên xwe derxistine û wiha got: “Cîran ji cîranan re bûn alîkar. Ciwan û mamosteyên ji Amedê hatibûn bi hawara me hatin. Kon tune ne, em hewl didin bi derfetên xwe çêbikin. Gelemperiya cenazeyan me bi xwe derxistin. Gelemperiya alîkariya xurekan û cil û bergan ji Sêrt û bajarên derdorê hatin şandin. Pêdiviya me ya herî bingehîn kon û av e.”    JI SERMAYÊ JIYANA XWE JI DEST DAN    Welatiyê bi navê Mehmet Dursun jî ji alîkariya AFAD’ê ya dereng nerazî ye. Dursun, da zanîn ku xaltiya wî û 3 zarokên xwe di bin kavilên avahî de mane û wiha got: “Tîmên wan 4 roj piştre li ser kavilên avahî xebat dan destpêkirin. Me bi derfetên xwe, bi zor û zehmet derxistin. Dengên yên din jî dihat. Heke alîkarî di dema xwe de bihata, dê ew jî bihatina rizgarkirin. Lê dereng hatin û ew kes ji sermayê qerisîn, jiyana xwe ji dest dan.”    REWŞ GELEK XETERNAK E    Dursun, got ku hemwelatiyê Kanadayê ye û ji bo bi cih bibe hatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê em di nava erdhejê de man. Em ji alîkariyên tên kirin qet razî nînin. Gelek dereng hatin. Tevî 4 zarok û 2 xwişkên xwe em 4 rojan di nava serma û baranê de man. Gelemperiya kesên di bin kavilan de jî serma qerisîn û jiyana xwe ji dest dan. Rewşeke gelek xeternak heye. Me bihîst ku ji bo taxa me biryara tehliyekirinê hatiye dayîn. Heke ev jî bibe gelo em ê bi ku de biçin? Tekane tişta ku dewlet li vir bike ew e ku li şûna avahiyên rûxiyayîn avahiyên nû çêbike. Dê 10 milyar alîkarî were kirin. Ma dê ev pere bi têrî çi bike.”    XIZMETÊ TENÊ DIDIN AKP’IYAN!    Ji şêniyên taxê Gokhan Mazlum Akpinar jî da zanîn ku li taxa wan cihêkarî heye û ev tişt anî ziman: “Alîkariyên tên ji bilî AKP’iyan nadin tu kesî. Konên me tune ne. Heke hûn endamên AKP’ê nebin, tu konan nadin we. Heke we dengê me bida bihîstin dê gelek baş bûbûya. Tevahiya tiştên tên li AKP’iyan tên belavkirin. Ji bilî wan nadin tu kesî. Wesayîtên rakirina kavilan jî 2 roj piştre hatin. Di dema xwe de nehatin lewma gelek kes di bin kavilan de qerisîn û jiyana xwe ji dest dan.”    MA / Mujdat Can – Îbrahîm Irmak