Keça Oneren di bin kavilan de jiyana xwe ji dest da 2023-02-11 12:18:55   HATAY - Cenazeyê keça Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, Eylem Şafak Aydin a li Hatayê di bin kavilan de mabû serê vê sibehê ji bin kavilan hate derxistin.    Erdhejên ku bi pileyên 7,7 û 7,6 di 6’ê sibatê de li navçeya Bazarcix a Mereşê çêbûn li gelek bajaran bû sedema hilweşînê. Yek ji bajarên erdhej lê çebû jî Hatay e. Keça Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, Elîf Şafak Aydin di bin kavilan de ma. Oneren bi alîkariya gel roja ewil a erdhejê ji bin kavilan hatibû derxistin. Hate diyarkirin ku keça Oneren, Eylem Şafak Aydin di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane.    Partiya Şoreşger li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Em di serî de ji dayika Eylemê Hevseroka me ya Giştî Elîf Torûn Oneren û bavê wê Orhan Aydin û hemû xizmên wê re sersaxiyê dixwazin.”   Hunermendê sînemayê û şanoyê Orhan Aydin li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ragihandibû ku keça wî Eylem Şafak Aydin û dayika wê Elîf Torûn Oneren di bin kavilan de ne û banga alîkariyê kiribû.