Çapemeniya hewzê cih da ‘sozên Erdogan’ 2023-02-11 13:37:17   ENQERE – Di demeke ku li herêmên erdhejê bi dehhezaran mirov di bin kavilên avahiyan de, çapemeniya hewzê sozên Erdogan ên ji bo mexdûrên erdhejê dabûn kirin manşet.    Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li herêmên erdhejê berdewam in. Bi hezaran mirov di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne. Li gorî daneyên dawî, heta niha 20 hezar û 665 kesan jiyana xwe ji dest dane, 80 hezar û 88 kes jî birîndar bûne. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin roj bi roj zêdetir dibe. Tevî vê yekê jî çapemeniya hewzê berpirsyariya îktîdarê jinedîtî ve tê û maşetên weke “Di dest de jiyan heye” diavêje.    DI MANŞETAN DE SOZÊN ERDOGAN HENE    Tenê di sala 2022’yan de 9,3 milyar lîre bacên erdhejê hatin komkirin. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan duh daxuyaniyek da û soza da ku dê di mijara kirêyê de ji mexdûrên erdhejê re bibin alîkar. Rojnameya Sabahê jî di manşeta rojnameya xwe de Erdogan esas girt û got “Ji bo mexdûrên erdhejê salekê alîkariya kirêyê.” Rojnameya Yenî Şafakê jî mîna rojên berê dîsa soza Erdogan a “Ji bo salekê alîkariya kirêyê” kir manşet.    Rojnameyên Akşam û Yenî Akîtê jî gotinên Erdogan ên “Em ê herêmê rakin ser pêyan” û “Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin” kirin manşet. Rojnameya Mîllliyetê jî tevî ku zêdetirî 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane jî manşeta “Di dest de jiyan heye” avêt. Di sermanşeta xwe de jî cih da sozên Erdogan ên ji bo kirê û veguhestinê.    SOZCU: ERDHEJ EFÛ NAKE    Rojnameya Sozcuyê jî bi bîr xist ku îktîdarê di nava 20 salan de 8 caran efûya îmarê derxistiye û bi manşeta “We ji bo pere û dengan efû kirin lê erdhej efû nake” avetin.    CUMHURIYET: KAVILÊN YEK ZILAM   Rojnameya Cumhuriyetê jî Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê rexne kir û bi vê manşetê “Rejîma ku ji bo bilez dayîna biryaran îflas kir: Kavilên Yek Zilamî” hate weşandin.    EVRENSEL: EM TERKÎ MIRINÊ HATIN KIRIN    Rojnameya Evrenselê di nûçeya xwe ya manşetê de diyar kir ku piştî erdhejê li gelek bajaran gorên komî hatine çêkirin û ev manşet avêt “Em terkî mirinê hatin kirin” Di sermanşeta rojnameyê de jî  gotina Erdogan a “qederê” hat bibîrxistin û sernavê “Plana Qederê Wiha Hatiye Nivîsandin” avêtin.    ‘BÊLIYAQETIYÊ AFAD DI BIN KAVILAN DE HIŞT’    Rojnameya BîrGun bi manşeta “Dê Berpirsyar Hesabê Bidin” derket. Di sermanşeta rojnameyê de nûçeyên bi sernavên “Cenaze ji neçarî li ser payarêyan tên sekinandin” û “Bêliyeqetiyê AFAD di bin kavilan de hişt” hatin avêtin.    Rojnameya Yenî Yaşamê jî bi vê manşetê derket; “Bi milyonan kes li ber sermayê ne, bêhn ji cenazeyan tê, gel bang li her kesî dike: Em di bin kavilan de ne, seferber bibin”