Birînên erdhejê bi piştevaniyê tên pêçandin 2023-02-11 13:58:46 MÊRSÎN - Jinên li Mêrsînê hatin gelhev, bi hezaran nan li tenûran pehtin û şandin herêma erdhejê.    Jinên ku di çarçoveya kampanyaya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo mexdûrên erdhejê daye destpêkirin de xwe bi rêxistin kirin, li tenûran dest bi pehtina nan kirin. Jinên ku ji roja ewil a erdhejê ve nan dipêjin bi hezaran nanên pehtine gihandin mexdûrên erdhejê.    Hevserokên HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Bedriye Kûş, çûn serdana jinên ku piştgirî dan.    ‘EM Ê BIRÎNAN BI PIŞTEVANIYÊ BIPÊÇIN’   Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kûş a got “Baş e ku jin hene, baş e ku piştevanî heye” ev tişt gotin: “Li Mêrsînê jinan seferberiyeke piştevaniyê ya cidî daye destpêkirin. Em hewl didin bi vî ruhê piştevaniyê birînan bipêçin. Em ê bi hev re van rojan derbas bikin.”   4 HEZAR NAN HATIN ŞANDIN    Yek ji jinên ku ji bo mexdûrên erdhejê nan peht, Gulîzar Kanpolat jî ev tişt gotin: “Rojekê piştî erdhejê me di çarçoveya dilxwaziyê dest bi pehtina nan kir. Em fikirîn ku ji destê me ev tê. Heta niha me 4 hezar nan şandin herêmê. Em ji sibê û êvarî li vir in. Zor e ku mirov vê êşê penase bike. Hêvî dikim ku van birînên xwe em ê bi hev re bipêçin.”