Li Semsûrê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan ji 5 hezaran derbas bû 2023-02-11 15:13:40 SEMSÛR - Li Semsûra ku erdhejê weran kir, li gorî agahiyên xebatkarên nexweşxaneyê û goristanê dane, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan ji 5 hezaran derbas bû.    Li Semsûra ku ji ber erdhejê weran bû her roja ku diçe hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan zêde dibin. Li gorî agahiyên ku me ji rayedarên Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê a Semsûrê û xebatkarên goristanê bi dest xistin hejmara kesên li navenda Semsûrê jiyana xwe ji dest dan ji 5 hezaran derbas kir. Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Semsûrê a li bajêr, Goristana Karapinarê û Goristana Yenî bi sedan cenaze li benda veşartinê ne.    LI NEXWEŞXANE Û GORISTANAN BI SEDAN CENAZE HENE   Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya ji roja ewil a erdhejê ve bi awayekî zêde birîndar û kesên jiyana xwe ji dest didin dibinê tenê beşa lezgîn û morg dixebitin. Di ketina beşa lezgîn a nexweşxaneyê û morgê de bi dehan cenaze hene ku li benda veşartinê ne.    Li aliyê din jî li kolanên bajêr, bi dehan cenaze bi wesayîtên cenazeyan dibin goristanan. Nimêja cenazeyan di wesayîtên cenazeyan de tên kirin. Ji ber ku wesayîtên cenaze têre nekirin, cenaze çar çar pênc pênc bi wesayîtên sivîlan tên veguhestin. Ajokarê wesayîta cenazeyan ê em pê re axivîn diyar kir ku her carê 4 cenazeyan li wesayîtê siwar dike û di 4 saetan de 12 cenaze veguhestine goristanê.    CENAZE KOMÎ TÊN VEŞARTIN    Tevî ku li goristanan 3-4 kemçe dixebitin jî, ji ber kemçe nagihin goran bikolin cenaze sê sê, çar çar û pênc pênc tên veşartin.    Gelek kes ji bo ku bi prosedura karên veşartina cenazeyan ve mijûl nebin cenazeyên xizmên xwe bêyî qeydên fermî dibin li gundên xwe vedişêrin.   Walîtiya Semsûrê hêj têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dane û avahiyên ji ber erdhejê hilweşiyane tu daxuyaniyên fermî nedane.    HEJMARA MIRIYAN WÊ ZÊDE BIBE   Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên di nava kavilên bi sedan avahiyên hilweşiyayî yên li navenda bajêr, navenda navçeyê û gundan de hêj dewam dikin. Tê payîn ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane dê hêj zêdetir bibe.   MA / Omer Akin