Pisporê erdhejê yê japonî: Li Tirkiyeyê ji ber ku avahî ne li gorî rêziknameyê ne hildiweşin 2023-02-11 15:49:42 ENQERE - Pisporê erdhejê yê japonî Yoshinori Moriwaki diyar kir ku avahiyên li Tirkiyeyê ne li gorî Rêziknameya Erdhejê ya Avahiyan tên çêkirin û got: “Li Tirkiyeyê avahî bêdestûr tên çêkirin, malzeme tên dizîn û kontrol nayê kirin, lewma bi temamî hildiweşin.”   Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê erdhejên dijwar çêbûn. Tê gotin li 10 bajaran 6 hezar û 444 avahî hilweşiyan e û her ku diçe bîlançoya qurbanî û birîndaran jî giran dibe.    Pisporê erdhejê yê japonî Yoshinori Moriwaki erdhejên çêbûn ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. Moriwaki da zanîn k udi vê erdhejê de jî carek din diyar bû ku Tirkiye ji erdhejê re neamade ye.    ‘XETA FAYÊ ENERJIYA BERHEVKIRÎ DIAVÊJE DERVE’    Mariwaki destnîşan kir ku Xeta Fayê ya Bakurê Anatoliyê ya Tirkiyeyê ji Erziromê dest pê dike û ber bi Bolû, Adapazari, Îzmît, ji Behra Marmarayê derbasî Çanakkaleyê dibe û ev Xeta Fayê ji Çanakkaleyê xew berdide herêma Egeyê û ji wir jî derbasî Başûrê Kibrisê dibe. Mariwaki anî ziman ku Xeta Fayê ya Rojhilatê Anatoliyuê jî ji Xarpêtê dest pê dike û ber bi Mereş, Hatayê ve diçe û xwe ji wir berdide Bakurê Kibrisê û wiha got: “32 sal berê hejmara erdhejê û mezinahiya wê kêm bûn. Helbet di 1999’an de 7.4 erdheja Marmarayê çêbû û di sala 2011’an de jî bi pileya 7.2 li Wanê çêbû. Lê belê vê xeta fayê sê sal berê li Xarpêtê dest bi şikestinê kir. Min berê jî gotibû şikandina vê xeta fayê dê ji jor ve dest pê bike û ji Xarpêtê dest pê kir û dê were vana liyan. Di heman demê de li Manîsa, Mûgla û Îzmîrê erdhej çêbûn. Li Tirkiyeyê platoyek ku xetaa fayê digire heye û kêleka vê platoyê tê wateya xeta fayê. Li Tirkiyeyê bi giştî tevgere dest pê kir û em dikarin bêjin enerjiya xwe heta niha berhev kiriye niha diavêje derve.”    AVAHÎ NAYÊN KONTROLKIRIN    Mariwaki diyar kir ku li rêziknameya avahiyan a Tirkiyeyê ya avahiyan ku di sala 1998 û 2018’an de guhertiye dişibe rêzkinameya Japonyayê û wiah axivî: “Em dikarin bêjin ku di hin xalên biçûk de rêziknameya Tirkiyeyê ji rêziknameya Japonyayê hişktir e. Lê belê di warê sepandinê de rêzikname nayê şopandin. A rast divê dema ruxset ji şaredariyan hatin girtin û heke xeletî hebin divê şirketên kontrola avahiyan wir kontrol bikin. Lê belê gelek avahî bêruxset, bêdestûr û qaçax tên çêkirin. Li Tirkiyeyê li hin herêman tenê çend avahî li gorî rêziknameyê tên çêkirin lewma saxlem dimînin. Ji ber ku ewqas avahî bi awayek tekûz nay3en çêkirin, bi temamî hildiweşin. Li Japonyayê avahî hilnaweşin. Heke avahî hilbiweşe jî tenê di qata yekemîn de hildiweşe ango xwar dibe. Heke avahî xesarek giran bibînin jî lê bi temamî hilnaweşin. Halbûkî li Tirkiyeyê ji ber ku avahî bêdestûr tên çêkirin, malzemeyên înşaetê tên dizîn û kontrol nayê kirin, bi temamî hildiweşin. Heke kontrol tam bê kirin dê ev yek neqewime.”    PERWERDEHIYA ERDHEJÊ    Mariwaki bal kişand ser girîngiya perwerdehiya ji bo erdhejê û divê hikûmet, şaredarî û şîrket her kesî biperwerdekirinê ji bo erdhejê amade bike û heke erdhejek bibe jî ji sedê 70 mirovan dikare were rizgarkirin.    ‘DIVÊ JI ERDHEJA MARMARAYÊ AMADE BIN’    Mariwaki anî ziman ku di demek nêzîk de bi dijwariya pileya 7,5 dibe ku erdhejek li herêma Marmarayê çêbibe û hişyarî da ku ji bo erdhejê amadekarî bên kirin.    MA / Yusra Batihan