Zanîngeh heta havînê ketin betlanê 2023-02-11 16:03:38   AMED - Serokkomar Erdogan li Amedê ragihand ku ji ber erdhejê heta havînê navber dane perwedehiya li zanîngehan û dê perwerdehî bi online bê dayîn.    Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ê ku ji ber erdhejê Rewşa Awarte (OHAL) ragihand, serdana Amedê kir. Erdogan daxuyanî da û diyar kir ku dê mexdûrên erdhejê li wargehên aydî Saziyên Wargehên Krediyê (KYK) bicih bikin û wan heta havînê hemû zanîngehan kiriye betlane. Erdogan got dê perwerdehiya li zanîngeha bi awayek online bê dayîn.