‘Ji ber hilweşîna saziyên tenduristiyê bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan’ 2023-02-11 16:57:51   STENBOL – Odeya Bijîşkan a Stenbolê têkildarî çavdêriyên xwe yên li herêmên erdhejê eşkere kirin. Bijîşkan diyar kirin ku li herêmê organîzasyonek nehatiye kirin û wiha got: “Saziyên tenduristiyê hilweşiyan û vê jî kir ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin.”    Endamên Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) ku piştî erdhejê çûbûn herêmê, têkildarî çavderiyên xwe daxuyanî dan. Daxuyanî li avahiya ÎTO’yê ya li Cagaloglûyê hate dayîn. Li ser navê ÎTO’yê Dr. Ozden Gongur axivî û çavdêriyên xwe wiha vegot: “Me xwe ji bo Semsûrê organîze kiribû lê li otobûseke amade siwar bûn û çûn Edeneyê. Me bi bijîşkekî li Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê re peywendî danîn û me jê pirsî bê ka pêdiviya wan bi dermanan hene yan na. Me got dê biçin wê derê lê AFAD’ê got ku dê bibin zanîngeheke teknîkê. Me nekarî piştre biçin wê derê. Gotin ku dibe bişînin Antakyayê jî. Em serê sibehê saet derdora 5’an gihiştin wê derê. Li wir tenê koneke tenduristiyê hebû. Hêjta tarî bû lewma tu xebat jî nebûn.”    Dr. Ahmet Tabduk Mehlepçî jî got ku AFAD’ê jî nedizanî bê ka li Hatayê dê çi bike û nehiştiye ku ew jî tiştekî bikin.    ‘DIKARIYAN BI HEZARAN MIROVAN RIZGAR BIKIN’    Herî dawî jî Dr. Emrah Kirimli axivî û ev tişt anî ziman: “Rêziknameya erdhejê wiha dibêje; ‘Tu saziyên tenduristiyê na hilweşin, nayên rewşeke wisa ku neyên bikaranîn û divê xebata xwe bidomînin.’ Lê mixabin nexweşxaneyeke ku 750 cihê razanê lê bûn hilweşiya. Tevahiya saziyên tenduristiyê yên Hatayê hilweşiyan e. Heke ev der bixebitiyan, îxtîmaleke mezin e dê bi hezaran mirov bihatina rizgarkirin.”