Li Amedê der barê 29 kesan de biryara binçavkirinê 2023-02-11 17:17:19   AMED - Li Amedê ji ber avahiyên di erdhejê de hilweşiyan û xesar dîtin û bi îdiaya jêkirina stûnên avahiyan, der barê 29 kesan de biryara binçavkirinê hat girtin.   Ji ber erdhejên li Bazarcixa Mereşê ku di 6'ê Sibatê de bi pileya 7,7 û 7,6'an çêbûbûn, li Amedê 7 avah hilweşiyabûn. Têkildarî van avahiyan der barê 29 kesan de biryara binçavkirinê hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê, muteahîd jî di nav de bi îdiaya avahiyên biqisûr û jêkirina stûnan der barê 29 kesan de biryara binçavkirinê da.