16 sêrtiyên ku li Hatay û Mereşê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin 2023-02-11 17:55:29   SÊRT - 16 welatiyên ji Sêrtê ku di erdhejên Mereşê de jiyana xwe ji dest dabûn, li bajarê xwe hatin veşartin.    Ji ber erdhejên Mereşê, Apartmana Zaferê ya li Kolana Albay Kemal Bozkûrtê ya Taxa Esenlîkê ya Hatayê, bû gora malbata Çîçekê. Ji malbata Çîçekê ku li her du qatên apartmanê dima, 13 kes di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan. Şîrîn Çîçek ku di roja ewil aerdhejê de bi birîndarî ji bin kavilan hat derxistin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di roja 6'an a xebata lêgerîn û rizgarkirinê de jî cenazeyên Aynûr, Emîn, Enver, Îsmaîş, Aynûr (pitik), Betul, Yildiz, Metîn, Mehmet Emîn, Elîf û Yadîgar Çîçekê hatin derxistin.    13 KES HATIN VEŞARTIN   Xizmên malbata Çîçekê cenazeyên xwe anîn Sêrtê. Cenazeyên her 13 ferdên malbata Çîçekê piştî karên otopsiyê, li goristana li Bajaroka Ciwanîka ya Sêrtê hatin veşartin.    3 BIRA JIYANA XWE JI DEST DAN   Sê bira Hekîm, Nevzat û Ridvan Akbûlût ku ji bo karê îneşatê çêbûn Mereşê, di dema erdhejê de di bin kavilên Otêla Kazanciyê de jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên her sê birayan di roja 4'an a xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de hatin derxistin. Paşê cenazeyên her sê birayan ber bi Misirca Sêrtê ve hatin şandin. Piştî karên otopsiyê yên li nexweşxaneya Dewletê ya Msiircê, cenaze li Goristana Taxa Seyrantepeyê hatin veşartin.