Ji YNK'ê piştgirî ji bo kampanyaya HDP'ê 2023-02-11 21:49:49   NAVENDA NÛÇEYAN – YNK'ê alîkariyên ku ji bo mexdûrên erdhejê berhev kirin, gihandin kampanyaya HDP'ê.    Berpirsê Malbenda 3 a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya Hewlêrê li gel hejmarek alîgirên YNK’ê alîkariya madî û pêwîstiyên mirovî gihandin kampanya alikariyê ya ji aliyê Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê ve ji bo mexdûrên erdhejê hat destpêkirin.   Berpirsê Malbenda Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya Hewlêrê Mecid Heme Emîn got: “Em piştgiriya xwe ya ji bo kampanya HDP’ê ya ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê radigihînin. Em ê bi rêya HDP’ê alîkariya xwe bigihînin birayên xwe yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê.”   Mecid Heme Emîn ji welatiyên Herêma Kurdistanê xwest tevlî kampanyayê bibin.   Nûnera Nûnertiya HDP’ê Nahîde Armîş jî têkildarî alîkariya YNK’ê got: “Hêvîdar im ku tevahiya hêzên siyasî yên din ên Başûrê Kurdistanê alîkariya kampanya HDP’ê bikin. Ji ber ku pêwîstiya gelê me bi alîkariyê ye. Ji bo ku bi vê riyê hinekê êşên kêm bikin.”