Piştî 135 saetan ceryana Elbistanê hat berdan 2023-02-11 21:57:40   MEREŞ - Piştî erdhejê bi 135 saetan ceryana qismeke Elbistanê hat berdan.    Li navçeya Elbistanê ya Mereşê, piştî erdhejê ceryan û av hatibû qutkirin. Piştî erdhejê bi 135 saetan, ceryana beşeke navçeyê hat berdan, lê av hê nehatiye berdan. Piştî berdana ceryanê, li navçeyê ronahiyên avahiyên nehilweşiyayî vêketin.    Mexdûrên erdhejê heya niha berê xwe didan cemxaneyê ku jenerator lê ye.