ÎHD, dê ji bo herêma erdhejê civîna koordînasyonê li dar bixe 2023-02-11 23:08:30   ENQERE – ÎHD a Şaxa Enqereyê, ji bo piştevaniya ji bo herêmên erdhejê koordîne bike, dê tevî sendîka, rêxistinên civaka sivîl û partiyan li Komeleya Mulkiyelîleran civînekê li dar bixe.    Piştî erdhejên li Mereşê yên bi pileya 7,7 û 7,6'an ku bandor li 10 bajarên Kurdistanê kir, mexdûrên li van bajarên hêdî hêdî li wargehên bajarênc uda yên Tirkiyeyê tên bicihkirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê, ji bo vê yekê koordîne bike dê tevî sendîka, rêxistinên civaka sivîl û partiyan sibê saet di 13.00'an de li Komeleya Mulkiyelîleran civînekê li dar bixe.