Piştî 5 rojan li ser zemîna cemedê kon vedan: Ji bo ne qerisîn em ranezan 2023-02-12 10:29:20   MEREŞ - Piştî ku ser erdhejê re 5 roj derbas bûn, AFAD’ê bi lez û bez li ser zemîneke berf û cemedê kon vedan. Mexdûrên erdhejê yên di roja ewil de li wan konan mabûn wiha gotin: “Wê şevê ji bo ku neqerisîn, em ranezan.    Li navçeya Elbistan a Mereşê ku ji ber erdhejê hilweşîneke mezin lê çêbûye, tevî ku bi ser erdhejê re roj derbas bûne jî hêjta pirsgirêka cihê mayînê û germkirinê nehatiye çareserkirin. Ji bo mexdûrên erdhejê ku bi roja ye di bin hewayê sar de ji derve agir hil dikin û şeva xwe wisa derbas dikin, pêr dest bi vedana konan hate kirin. Kon, bi lez û bez hatin vedan û ji bo sobe tê de bên bicihkirin tevahiya rojê pê re mijûl bûn. Tenê çendek kes dikari di konan de bimînin û jiyana di wir de jî zehmet e.    KON LI SER CEMEDÊ HATIN VEDAN    Welatî bi hêviya çareserkirina pirsgirêka cihê mayînê ketin konên xwe lê hêviya wan têk çû. Kon, li rex cemxaneyê li deverekê ku zemîna wê bi temamî cemed û berf hatine vedan û welatî li hemberî vê rewşê pir bihêrs bûn. Ji ber ku zemînê konan cemed bû, mexdûrên erdhejê di tevahiya şevê de ji bo ku neqerisîn hewl dan. Mexdûran da zanîn ku ji bo ji sermayê neqerisin li ber xwe dane û ji ber berfa heliyayî jî hemû betaniyeyê wan şil bûne. Ji welatiyan Îbrahîm û Sûltan Karataş ku di bin konan de şeva xwe ya ewil derbas kirin, dan zanîn ku ji ber sobeya katalîtîk a vêxistin betaniyên wan şewitî ne, ber bi kêliyên dawî ve bi rewşê hesiyane û derketine derve. Mexdûrên ku bi zor û zehmet canê xwe xelas kirin wiha gotin: “Bi ser re ewqas dem derbas bû lê em hêj jî perîşe ne.”    ‘EM KETIN KONAN LÊ QERISÎN’    Îbrahîm Karakaş bi domdarî wiha got: “Min piştî erdhejê hevjîna xwe winda kir û demekî dirêj piştre dît. Ewqas roj in em perîşan bûne. Heta demekî dirêj me hewl da li derve bijîn. Çendek roj piştre konek hate vedan. Ez û hevjîna xwe derbasî konê bûn lê pirsgirêka me ya germê çareser nebû. Heke gotin di cih de be şevê din em qerisîn. Me jî sobeya katalîtîk vêxist. Di nîva şevê de betaniyeyên me agir pê ket û em hişyar bûn. Heke em hinek dereng hişyar bûbûna, dê tevî konê bişewitiyan. Kon, li ser cemedê û berfê vedane. Ma dê mirov di nava mercên wiha de çawa bijî? Kon avêtin vê derê û çûn. Heta niha jî pirsa rewşa me nekirine.”    'EM Ê ZIVISTANÊ ÇAWA DERBAS BIKIN?’    Bi domdarî Karataş anî ziman ku li devera kon lê hatine vedan ne daşir û ne jî cihekî ku serê xwe lê bişon heye û wiha pê de çû: “Em li vir gelek pirsgirêkan dijîn. Em dixwazin ku êdî pirsgirêkên me bên çareserkirin. Cihekî em biçinê nîne. Ji roja ewil a erdhejê heta niha yek rayedarek nehatiye cem me. Em tenê jiyana xwe bi alîkariya mirovan şandin didomînin. Ji bo ku li kolanan perîşan nebin, derbasî konan bûn. Ez û hevjîna xwe bi saya gel dijîn. Li rexekî cenaze, li rexekî pirsgirêka cihê mayînê û li rexa din jî hewayê sar. Gelo ev mirov dê zivistanê çawa derbas bikin? Stûnên hundir ên konên belav kirine xistinê û çûne. Dema sibe ji bo dengan hatin em ê wan bibînin.”     ‘HEKE GEL NEBÛYA EM Ê BIQERISIYAN’    Sûltan Karataş jî bi lêv kir ku nikarin di bin konan de bijîn û axaftina xwe wiha qedand: “Em gelek spasiya gelê xwe dikin. Alîkariyeke mezin dan me û mirovên li vir dijîn. Em bi saya wan dijîn. Heke ew nebûna em ê biqerisiyan.”    MA / Adnan Bîlen