Zaroka 12 salî piştî 143 saetan ji bin kavilan bi saxî hate derxistin 2023-02-12 10:30:05 SEMSÛR - Zaroka bi navê Hanim Gullu ya 12 salî li navçeya Bêhiştiyê piştî 143 saetan ji bin kavilan bi saxî hate derxistin.    Duh di saetên şevê de di bin kavilên Apartmana Nûr a li navçeya Bêhiştî ya Semsûrê dengê zaroka bi navê Hanim Gullu (12) hate bihîstin. Li ser vê yekê xizmên wê û tîmên ji hêla Şaredariya Yaprakli ya Çankiriyê ve hatin şandin, dest bi xebatan kirin. Xebatên lêgerînê heta derengiya şevê jî berdewam kirin. Di encama xebatan de, saet di 03.30’an de Gullu bi saxî ji nava kavilan hate derxistin.    Lê belê tevî ku xizmên Gullu agahî dan 112’ê jî, ji devera kavilan re ambulans nehat şandin. Li ser vê yekê xizmên Gullu çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Besniyê û ambulans xwestin. Piştî ku xebatkarên nexweşxaneyê agahî dan, ji bo devera kavilan ambulans hate şandin.    Ambulansa ku çû cihê kavilan, Gullu rakir nexweşxaneyê.    Keyfxweşiya malbata Gullu ji hêla kamerayên MA’yê ve hate kişandin.    Hat zanîn ku dayik, xwişk û birayekê Gullu di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî hêjta di bin kavilan de ne.    MA / Ahmet Kanbal