Prof. Dr. Okan Tuysuz: Sedema vê hilweşîna mezin, sersarî ye 2023-02-12 11:22:38 STENBOL - Prof. Dr. Okan Tuysuz da zanîn ku sersariyê di erdhejê de bi xwe re hilweşîneke mezin anî û wiha got: “Heke li hişyariyên me guhdar bikirana dê hilweşîneke ewqas mezin çênebûya.”    Endamê Enstîtûya Erdnasiyê ya Avrasyayê û Beşa Jeolojiyê ya Fakûlteya Madenê ya Zanîngeha Stenbolê (ÎTU) Prof. Dr. Okan Tuysuz têkildarî erdhejê axivî. Tuysuz got ku erdheja li 10 bajaran çêbûyî beriya niha dihat zanîn û wiha got: “Zanyaran ji sala 1990'an heta niha ev yek tespît kiribûn. Têkildarî erdheja li herêmê beriya niha gelek rayedar hatin agahdarkirin. Wê demê têkildarî xetereya erdhejê li Dîlokê civînek hatibû lidarxistin. Walî û şaredar jî tev li civînê bûbûn û min ji wanb re got ku dê erdhejeke bi pileya 7,7 çêbibe. Heta di sala 2012’an di rojname û televîzyonan de bûbû manşet. Li gel ku min got divê li Dîlokê amadekarî bên kirin, tu tevdîr nehatin girtin.”    BÊTEVDÎRIYÊ BI XWE RE HILWEŞÎN ANΠ   Tuysuz, anî ziman ku gelek zanyaran bal kişandibûn ser xetereya erdhejê û wiha domand: “Lê kesek nekete nava hewldanan. Heke guh bidana hişyariyên me, dê hilweşîneke ewqas mezin pêk nehata. Di nava 24 bajarên Tirkiyeyê de xetên fayê yên çalak hene. Divê ev bihata diyarkirin û avahiyên li ser van xetên fayê bihatina rakirin, ev qad kiribûna qadên şînkahiyê û tevdîrên pêwîst bihatina girtin. Me rapora wan ji walî û şaredarên her 24 bajaran re şandin. Me jê re got; ‘xetên fayê li filane devera bajarê we derbas dibe, heke erdhej çêbibe dê avahiyên we biqelişîne, bişikîne û xelasiya ji vê nîne. Heke daxwazeke we ji me hebe, em amade ne. Lê ev salek û nîvin li me venegeriyane.”    SEDEMA BÎLANÇOYA GIRAN   Di berdewamê de Tuysuz got ku sedema bîlançoya giran a îro, xemsarî ye û wiha bi dawî kir: “Heke hûn bibêjin ez pereyan xerc nakim, yê dimire bila bimire, avahiya hildiweşe bila hilweşe û yên sax jî em ê piştre rizgar bikin, wê demê dê bi bîlançoyeke wiha giran re rû bi rû bimînin. Hemû dinya amadekariyên erdhejê dike. Li 10 bajaran 13 milyon kes bibandor bûne. Tevî dilxwaz û biyaniyan, niha 60 hezar kes li qadê dixebitin. Ew jî di roja sêyemîn de çûn. Mimkin nîne ku bi vê rewşê bikarin. Derdorên siyasî nikarin rantekî ji razemeniyên karesatan bigirin lewma xemsar nêz dibin û tevdîran angirin. Lê divê gel daxwaza vê bike. Lê gel ne di wê zanebûnê de ye. Ji ber ku gelemperiya gel vê rewşê weke qeder dibîne. Ev ne qedere lê mirineke vala ye. Her wiha perwerdeya erdhejê girîng e. dersa erdnîgariyê êdî ne dersa mecbûrî ye. Jeolojî tune ye. Zarok heta diçe zanîngehê jî nizane dinya çawa dizivire. Nizane dê di dema karesatê de çawa tevbigere. Her wiha dibe ku di nava çend salan de li Marmarayê erdhejeke mezin çêbibe. Divê gel were perwerdekirin, avahî bên xurtkirin, binesazî bê başkirin. Divê tevdîrên pêwîst bên girtin.”    MA / Esra Solîn Dal