Rojnamevan Ûçar ê ku 6 xizmên wî jiyana xwe ji dest dan: Qêrîn û hawara qurbaniyan negihîşt tu kesî 2023-02-12 11:42:33 AMED - Rojnamevan Îrfan Ûçar ê ku 6 xizmên wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane got: “Qêrîn û hawara van mirovan negihîşt tu kesî. Gund terkî qedera xwe hatine û gundî bi tenê hatin hiştin. Tu alîkarî nîne, li dijî xelkê sûc hatiye kirin.”    Yek ji navçeyên ku herî zêde erdhejê bandora xwe li serê kiriye jî navçeya Islahiye ya Dîlokê ye. Li Islahiyeyê hema bêje ji du avahiyan, avahiyek hilweşiyeya. Lig undan jî karesat gelek dijwar e. Lig undan jî xanî hilweşiyane û bêyî ku qêrîn û hawara welatiyên gundan were bihîstin di bin xirbeyan de jiyana xwe ji dest dan.    KESÎ QÊRÎN Û HAWARÊ NEBIHÎSTIYE    Rojnamevan Îrfan Ûçar ê ku li navçeya Antakya ya Hatayê 6 xizmên xwe û li Islahiyeyê gelek mirov ango gundiyên wî di karesata erdhejê de jiyana xwe ji dest dane çavdêriyên xwe bi ajansa me re parve kir. Rojnamevan Îrfan Ûçar da zanîn ku piştî erdhejê ew ji Stenbolê çûye herêma erdhejê Islahiye û Antakyayê û wî cenazeyê 6 xizmên xwe ji bin xirbeyan derxistiye. Ûçar anî ziman ku du keçxalê wî tevî qêrîn û hawara xwe gihandine jî lê nehatine rizgarkirin û wiha got: “Qêrîn û hawara van mirovan negihîşt tu kesî. Gund terkî qedera xwe hatine û gundî bi tenê hatin hiştin. Xelkê xwe bi xwe hewl da cenazeyan derxe û mirovan ji bin xirbeyan rizgar bike. Xelkê xwe bi xwe birînên xwe dipêçe. Tu alîkarî nîne, li dijî xelkê sûc hatiye kirin.”