Penaber bi erdhejê re koça duyemîn dijîn 2023-02-12 12:01:21 ÎZMÎR - Serokê Komeleya Piştevaniya bi Penaberên Sûriyeyî re Mohamad Saleh Alî bertek nîşanî hewldana ku penaberan weke “talanker” nîşan didin da û wiha got: “Penaber bûn bar nîne, maf e.”    Di 6’e sibatê de li Bazarcix a Mereşê erdhejeke mezin çêbû bandoreke giran li ser 10 bajaran kir. Piştî erdhejê jî kampanya hatin destpêkirin û birînên gel hêdî hêdî tên dermankirin. Li herêma erdhejê gel, piştevaniyeke mezin dikin. Lê li hêla din hinek derdor penaberan dikin hedef. Piştî vê hewldana ku penaberan weke “Talanker” nîşan didin, dîmenên îşkenceyê yên bi taybet jî leşker û polîs li kesan dikin ser platformên medyaya civakî belav bûn û nîjadperestî tê sorkirin.    Dema du mexdûrên erdhejê li Hatayê dixwestin biçin dermanan bînin, di dema vegerê de bi îdiaya “talanker in” ji hêla leşker û polîsan ve hatin derbkirin. Piştre jî ciwanan daxuyanî dan û gotin ku mexdûrên erdhejê ne, ji bo dermanan çûne navenda bajar. Îdiaya ku li Mêrsînê “Penaber li wargehan nargîleyan dikişînin û dîmenên mustehcen parve dikin” li ser medyaya civakî hatin parvekirin. Lê Parlamenterê CHP’ê yê Mêrsînê Alî Mahîr Başarir ev îdiaye derewand. Her wiha Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag îdia kir ku dema li Rihayê ser kavilekî, telefona wî ji hêla xebatkarekî agirkujiyê yê sûriyeyî ve hatiye dizîn. Lê ev îdiaya Ozdag derew derket.    Serokê Komeleya Piştevaniya bi Penaberên Sûriyeyî re Mohamad Saleh Alî têkildarî sepanên li dijî penaberan axivî.    JI BO PENABERAN TÊ WATEYA KOÇA DUYEMÎN    Alî da zanîn ku Sûriye jî ji erdhejê bibandor bû û wiha got: “Ji her cureyên mirovan êşên gelek mezin hatin kişandin. Yek ji van derdoran jî penaber in. Jixwe penaber di nava mercên giran de dijîn. Di malên kirê kirîn de bi zor û zehmet debara xwe dikin. Ev mal jî bi serê wan de hilweşiyan. Nizanin bê ka dê alîkariyê ji kê wergirin. Di rewşên wiha de dinyaya wan reştarî dibe. Ji ber ku cara duyemîn koçber dibin. Di şertên zehmet de li ser xaka xwe koç kirin û niha dîsa bi rêyên koçê dikevin. Hinek kesan xizmên xwe di bin kavilan de hiştin, hinek kes jî li ser kavilan li benda agahiyeke ji xizmên xwe ne.”    'DIBE KU HER KES BIBE PENABER’    Bi domdarî Alî got ku karesatên bi vî rengî penaberan hîn bêhtir bêparastin dike û wiha bi dawî kir: “Dikin ku êrişên li ser penaberan zêde bibin. Provokasyon çêdibin û îdiayan li ser penaberan dikin. Her tim dikin alava propagandayê û di hilbijartinan de tên bikaranîn. Ya herî lezgîn ew e ku mirov ji bin kavilan bên derxistin lê penaberan dikin hedef. Penaber, bar nînin. Dev ji hedefnîşandana wan berdin. Bi daxwaza xwe nehatine. Ji rewşên nebaş hatine vê derê. Tu kes naxwaze mala xwe, xaka xwe biterikîne. Penabertî maf e. Dibe ku sibe du sibe hemû kes bibe penaber. Lewma jî hinek empatî pêwîst e.”    MA / Delal Akyuz