Wesayîta ku bo herêmên erdhejê alîkarî dibir qeza kir 2023-02-12 12:07:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Wesayîteke ku ji Stenbolê bo mexdûrên erdhejê yên Mereşê alîkarî dibir, di rê de qeza kir. 2 ciwanên di wesayîtê de birîndar bûn.    Ciwanên bi navên Ersîn Çilgin û Osman Ayhan ên ji Gever a Colemêrgê, dema dixwestin ji Stenbolê bo mexdûrên erdhejê yên Mereşê alîkariyê bibin, di rê de qeza kirin. Li gorî agahiyan, qeza şevê din li ser rêya Kayseriyê çêbû. Ciwanên ku alîkarî birin Mereşê, di dema vegerê de li ser rêya Kayseriyê wesayîta xwe li cihekî sekinandin û bêhna xwe vedan. Di wê navberê de TIR’ekê li wesayîta wan da.    Di encama qezayê de Ersîn Çilgin û Osman Ayhan birîndar bûn. Piştî agahdarkirinê, komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin û ciwan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kayseriyê. Hat zanîn ku tedawiya her du ciwanan a li nexweşxaneyê berdewam e.