Li Bendava Kartalkaya xetereyek mezin: Dibe ku deriyên bendavê biteqin 2023-02-12 12:16:57   MEREŞ - Ji ber erdhejê Bendava Kartalkaya ya li navçeya Bazarcixê xesarek mezin dîtiye. Terkên mezin li qeraxê bendavê û li ser deriyên wê ketine. Ji bilî hişariya “di vir de neçin” tu hişyarî nayê kirin.    Ji ber erdheja ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû, Bendava Kartalkaya ya li navçeyê jî xesarek mezin dît. Terkên mezin û kûr li rêyên di qeraxê bendavê de derbas dibin û deriyên wê ketine. Ev terk xetereyê çêdike. Heta niha rayedaran ji bo vê xetereyê tenê hişyariya “di vir de neçin” daye. Lê belê tu xebatek ku wê dilxwaz û tîmên rizgarkirinê xwe çawa bigihînin mexdûran nayê kirin.    Dilxwazên ku gihandin ajansa me diyar kirin ku ji ber terk li rêyên li qeraxê bendavê ketine rê li ber xetereyek mezin vedike û ji bilî hişyariyê tiştek nayê kirin û ev jî metirsiyê dide xelkê.