'Bavê min li vir radizê, wesayîta neqilkirina cenaze jî nadin me’ 2023-02-12 12:45:35   HATAY - Mexdûrên erdhejê yên li navçeya Antakyaya Hatayê diyar kirin ku dewlet tune ye û gotin: “Cenazeyên me li erdê tên sekinandin. Wesayîta neqilkirina cenazeyan jî nadin me.”   Karesata erdhejê navçeya Antakyayê ya Hatayê dem û duz kiriye. Li navçeya Antakyayê mexdûrên erdhejê û dilxwaz ji kameraya rojanmevan Îrfan Ûçar re axivîn û behsa bêçaretiya xwe kirin.    DILXWAZ GELEK KESAN RIZGAR KIR    Fatîh Azîzoglû yê ku bi dilxwazî ji Stenbolê hat Antakyayê wiha got: “Manzeraya ez pê re rûbirû mam, gelek xerab bû. Kevir li ser kevirê nemaye. Min xwest alîkariya mirovan bikim. Dema ez gihîştim vir xebatkarek AFAD’ê jî nebû. Min bi tena serê xwe xwest koordîneyek çekim û min cenaze û birîndaran ji bin xirbeyan derxist. Ez hê jî hewl didim birîndarên di bin xirbeyan de derxim.”    ‘DEWLET TUNE YE, CENAZE LI ERDÊ NE’    Jinek ku xizmên wê canê xwe ji dest dane jî wiha diaxive: “Avahiyek ku hilneweşiya be nîne. Roja ewil ne AFAD ne tu kes nehat vir. Kesî alîkarî nekir. Heke ne ji vî birayê hêja (dilxwazê erdhejê) bûya min ê xwe negihanda tu miriyekî me. Tu evdek xwedê alîkarî nedikir. Niha êşa me giran e. Antakya tune bûye. Hemû avahî rûxiyan e. Li her avahiyê gelek mirî hene. Dewlet tune ye, tu kes tune ye. Ji bilî dilxwazan kesî alîkariya me nekir, bila her kes viya bibihîze.   EZ DIZANIM WÊ NEYÊ WEŞANDIN   Ez dizanim wê ev neyê weşandin lê heke hûn biweşînin bila rastî werin dîtin. Bi rojane em di sermaya bin sifrê 3 pileyan de li ber serê cenazeyên xwe disekinin. Binêre bikişîne, bavê min li vir mirî ye (cihê cenaze nîşan dide). Wesayîta neqilkirina cenaze jî nadin me. Miriyên me li kolanan tên sekinandin. Niha li wan welatên ku lê şer hene jî rewşa wan wek a me nexerab e. Heke ku Hatay bajarekî vê dewletê be, gelo ka ev dewlet li ku ye? Ev dewlet li ku ye? Me ji malekê 6 kes veşartin. Xwişk û birayê min li wir bi qîrîn û hawarê mirin, çûn. Bi qîrkirinê mirin… Wek din tiştek ez ê bêjim nîne.”