Mexdûrê erdhejê bertek nîşan da, TV100’ê mîkrofona xwe veşart 2023-02-12 14:25:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Semsûrê di weşana zindî de dema nûçegihanê TV100’ê qala xebatên AFAD’ê dikir, welatiyekî bertek nîşan da. Dema mexdûrê erdhejê bertek nîşan dida, nûçegihan mîkrofon veşar da ku dengê wî neyê bihîstin.    Nûçegihanê TV100’ê Mûrat Koç dema li Semsûrê li devereke sergirtî di weşana zindî de qala xebatên AFAD’ê dikir, mexdûrekî erdhejê bertek nîşan da. Mexdûrê erdhejê bi dengekî bilind got; “Ev 6 roj in ceyrana me tune ye, kon tune ne.” û xwest ku tev li weşanê bibe. Lê belê Koç, di wê navberê de ji bo ku mexdûrê erdhejê di weşanê de xuya neke û dengê wî neyê bihîstin, Koç welatî kaş kilr û mîkrofon veşart.    Di dîmenên li ser medyaya civakî de hatin parvekirin, mexdûrên erdhejê ji nûçegihan re wiha dibêjin: “Heke nabêjin, bibêjin... Ez dixwazim biaxivim. Li gund ceyrana me tune ye, ava me tune ye, konên me tune ne.”    Demekî kin piştî bertekê jî weşan tê qutkirin.