Li Rihayê 82 hezar avahiyên bixesar hatin tespîtkirin 2023-02-12 15:45:23   NAVENDA NÛÇEYAN – Waliyê Rihayê Salih Ayhan da zanîn ku li bajar 82 hezar avahiyên bixesar hatine tespîtkirin.    Waliyê Rihayê Salih Ayhan da zanîn ku piştî erdhejê li Rihayê 82 hezar avahiyên xesar gihiştiyê tespît kirin.    Ayhan, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev daxuyanî da: “Heta niha 82 hezar avahiyên xesar gihiştiyê hatine tespîtkirins. Agahiyên van xaniyan li ser e-devletê bi rêya navnîşana 'hasar.gov.tr' ji xwediyên wan re tên şandin. Piştî tespîtkirina xesarê, heke xesar negihiştibe avahî yan jî xesara wê kêm be, welatî dikarin li malên xwe vegerin. Hinek avahiyên ku hemwelatiyên me ne li wê derê bûn, nehatine tespîtkirin.”