Platforma Piştevaniyê ya Erdhejê ya Enqereyê hat avakirin 2023-02-12 18:48:28   ENQERE - Sendîka, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên bi pêşengiya ÎHD a Şaxa Enqereyê li hev kom bûn, Platforma Piştevaniyê ya Erdhejê ya Enqereyê ava kirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê, piştî erdhejên li Bazarcix û Elbîstana Mereşê, ji bo kêmasiyên koordîasyona ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê û alîkariyê ji holê bên rakirin, li Komeleya Mulkiyelîleran civînek i dar xist. Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê, Baskên Jinan a CHP'ê, Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGC) jî di nav de gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîkl, rêxistinên ekolojî, ciwanan û mafên mirovan tevlî civînê bûn. Di civînê de ewilî Hevserokê ÎHD a Şaxa Enqereyê Fatîn Kanat axivî.    Kanat, diyar kir ku bi karesateke pir mezin re rû bi rû ne û got ku ji bo birînên mexdûrên erdhejê bên cebirandin, ji bo avakirina koordînasyoneke navendî li hev kom bûne. Civîn bi rêzgirtinê ya ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.    KOMÎSYON HATIN AVAKIRIN   Di civînê de gelek komîsyon hatin avakirin û kesên tevli civînê bûne hatin peywirdarkirin. Di civînê de komîsyonên wekî hêwirandin, eşya û kinc, zexîre û xwarinê, tenduristî, alîakriya hiqûqî, xebatên ciwanan, xebatên jinan, xebatên zarokan, xebatên LGBTÎ+, xebatên penaberan, xebatên extiyaran, çapemeniya medyaya sanal û ragihandinê hatin avakirin.    Her wiha HDP, TMMOB, KESK, ATO, MalêN Gel û ÇHD jî di nav de Komîsyona Navendî hat avakirin.    Piştî civînê Hevseroka OHD'ê ya Şaxa Enqereyê Şevîn Kayayê damezrandina Platforma Piştevaniyê ya Erdhejê ay Enqereyê eşkere kir.