HDP û DBP çûn şînên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan 2023-02-12 19:25:42   AMED - Rêxistinên HDP û Amedê yên bajêr û rêxistinên civaka sivîl, ji bo sersaxiyê çûn şîna ku ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hatiye danîn.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê, MEBYA-DER û TUAY-DER ji bo sersaxiyê çûn şîna  ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hatiye danîn.    Serokwekîla Koma HDP'ê Meraş Daniş Beştaş, Parlementerê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan, rêxistinên HDP û DBP'ê yên Amedê, rêveberên MEBYA-DER û TÛAY-DER'ê serdana şînên ku ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hatiye danîn kirin. Şande çû şîna ku li kompleksa Hêwanê Dawetê ya Kaplan Cityê ya li semta Gazîlerê ya navçeya Peyasê û Mala Şînê ya Temiranê ya li navçeya Rezanê û sersaxî ji malbatan re xwestin.