Li herêma erdhejê 3 kes bi îşkenceyê hatin kuştin 2023-02-12 19:54:41   HATAY – Li Hatayê hat diyarkirin ku 3 kes bi îdiaya ku şêlanker bûne bi îşkenceyê hatine kuştin.   Hat îdiakirin ku li navçeya Defneyê ya Hatayê 3 kesên ku pîqabeke mal bar dikir dane sekinandin û ew şêlandine, hatine lînckirin. Di dîmenan de ku li ser medyaya sanal hatine belavkirin, cenazeyê 3 kesên îşkence li wan hatiye kirin li erdê dirêjkirî ne. Di dîmenan de tê dîtin ku polîs mudaxileyî girseya ku her sê kesan lînc dike nakin.