Leşker û polîs ketine etra qaseyên pereyan ên di bin kavilan de 2023-02-12 21:22:43   NAVENDA NÛÇEYAN- Li Hatayê leşker, polîs û tîmên AFAD'ê ku dest ji rizgarkirina kesên di bin kavilan de berdane, qaseyeke pola ya di bin kavilên avahiyekê de dîtin vekirin û pere û zêrê tê de xistin çenteyan.    Li herêmên erdhejê, kêmasî û nelirêtyiên di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de didomin. Li Hatayê dilxwazekî bi telefona xwe hin dîmen girtin. Di dîmenan de xuya dike ku polîs, leşker û tîmên AFAD'ê di nav de 15 peywirdar, li ber qaseyeke ji pola kom bûne. Peywirdar qaseyê vekirine û tiştên biqîmet ên di qaseyê de dixin çente.    Dilxwazê ku ev dîmen girtine û belav kirine, dibêje: "Êdî dest ji lêgerîna candaran berdane. Kemçe her tiştî dieciqînin. Eşyayên biqîmet kom dikin. Niha li vir 15 zilam hene. 15 zilam, ketine pey zêrên mirovên mirî. Ev 15 kesên li vir, ji dêvla zêran, çima li mirovên di bin kavilan de nagerin?"