Mexdûrên erdhejê: Ka dewlet? 2023-02-12 21:33:36   MELETÎ - Parlementerên HDP'ê li Meletiyê serdana gundên bandor ji erdhejê girtine kirin. Di serdanê de pirsa hevpar a gundiyan ev bû: "Ka dewlet li ku ye?"   Li herêmên erdhejê xebatên Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didomin. Parlementeran serdana navçey û gundên Meletiyê kirin û guh li mexdûrên erdhejê kirin.   Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, serdana navçeya Arganê û gudên wê kir. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî serdana navçeya Wêranşar û gundên wê Guzelkoy û Surguyê kir. Parlementera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgîtê û Parlemenetera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî serdana bajaroka Dîlekê kir. Parlementeran di serdanê de şorbe dan welatiyan. Koçyîgît û Surucuyê li vir hinekî bi gel re sohbet kirin û paşê çûn Cemxaneyê.    Di serdanên gundan de pirsa "Ka dewlet li ku ye?" ji parlementeran hat kirin.    Li hemû gundan pêdiviya mexdûran bi konan, germkirin, zexîre û kincan heye.    MA / Firat Can Arslan