Welatiyê ku alîkarî bir ji herêma erdhejê re di rê de jiyana xwe ji dest da 2023-02-12 22:48:56   COLEMÊRG - Ji 6 welatiyên ku gava ji Stenbolê alîkarî dibirin Mereşê û qeza kirin, Osman Ayhanê ji Geverê jiyana xwe ji dest da.    6 welatiyên ku ji gava ji Stenbolê alîkarî dibirin Mereşê qeza kirin. Li gor agahiyan di wesaytekê de Ersîn Çilgin û Osman Ayhanê ji Gevera Colemêrgê û di wesayîta din d ejî 4 kes hebûne. Qeza duh êvarî li ser rêya Kayseriyê çêbûye. Welatiyan piştî ku qoliyên alîkariyê gihandine Mereşê, vegeriyane. Di vegerê de li ser rêya Kayseriyê wesayîta xwe dane kêlkea rê ji bo bêhnvedan. Di dema bêhnvedanê de TIR'ek li wan qelibiye.    Piştî qezayê Ersîn Çilgin û Osman Ayhan û 4 kesên din ên navên wan nehat hînkirin birîndar bûne. Kesên birîndar bi ambulansên hatine cihê bûyerê rakirine Nexweşxaneya Bajêr a Kayseriyê û Nexweşxaneya Dewletê ya Erciyesê. Ji 6 welatiyên birîndar Osman Ayhan ê ji Geverê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.   Hat ragihandin ku her 5 kesên din hê jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.