Biryarnameya qada tenduristiyê ya OHAL’ê di Rojnameya Fermî de ye 2023-02-13 01:21:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Biryarnameya  Serokkomariyê ya têkildarî qada tenduristiyê ku di çarçoveya OHAL’ê de hate derxistin, kete meriyetê. “Biryarnameya Serokkomariyê ya Têkildarî Tevdîrê Qada Tenduristiyê” ku di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) hate amadekirin, di Rojnameya Fermî de hate weşandin û kete meriyetê. Li gorî biryarnameyê, dermanfiroşên ku pîşeya xwe bi awayekî serbest dikin, navendên firotina cîhanê tibbî, muesseseya optîsyeniyê, navenda protez û ortezên pêşkeşkirî, navenda cîhazên bihîstinê û kargehên weke labaratuarên proteza diranan dixebitin, li bajarên ku OHAL lê hatiye ragihandin dê li cihên ku walîtiyan guncav dîtin an jî di wesayîtên mobîl de û li gorî usûl û esasen ji hêla Wezareta Tenduristiyê e hatine destnîşankirin destûra xebatên wan bên dayîn. Dê di pêvajoya OHAL’ê de, dermanxaneyên serbest ên li bajarên Semsûr, Hatay, Mereş û Dîlokê û navçeyên Islehiye û Nûrdagiyê, li gorî pergala şopandina dermanan û usûl û qaîdeyên Wezareta Tenduristiyê, ji vê rewşê muaf bin. Lê di dema daxwaza dermanên dikevin ber reçeteya sor û kesk de, divê qeydên lênûsa reçeteyan bi awayekî rêk û pêk werin kirin û reçeteyên tên dayîn jî mînakeke wan bê veşartin. Di tevahiya OHAL’ê de li van bajar û navçeyan dermanfiroşên ku pîşeya xwe bi awayekî serbest dikin, navendên firotina cîhanê tibbî, muesseseya optîsyeniyê, navenda protez û ortezên pêşkeşkirî, navenda cîhazên bihîstinê û kargehên weke labaratuarên proteza diranan dixebitin dikarin ji biryarê muaf bên girtin.