ROJEVA 13’Ê SIBATA 2023’YAN 2023-02-13 09:00:08     * Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir peywendîdanîna bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  re dê bêhneke mezin li têkoşîna bindestan veke û wiha got: “Em mecbûr in ku atmosfereke azadiya Ocalan lê tê nîqaşkirin biafirînin.”   * Nûçegihanê Ronahî Tv’yê Zekeriya Şêxo diyar kir ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ku ji erdhejê bibandor bûn, rejîma Sûriyeyê bi rêya astengkirina alîkariyên Rêveberiya Xweser, hewl dide gel neçarî koçberiyê bike da ku li şûna wan ereban bi cih bike.   * Jinên ku li dijî komploya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in li qadan in wiha gotin: “Tenê ne ji bo jinên kurd ji bo hemû jinên cîhanê soza azadiyeke mezin da. Serokê me wê di sala 2023’yan de azad bibe û em ê wî hembêz bikin.”   * Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên erdhejên li Mereş, Dîlok, Semsûr, Hatay, Meletî, Amed çêbûn berdewam dikin, geşedanên derbarê mijarê de dê bên şopandin.    * Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar dê li Navenda Giştî ya HDP’ê beriya tev li civîna Navenda Koordînasyona Krîzê bibe, daxuyaniyekê bide. (13.00)