‘Ji ber ku analîza avahiyan nayê kirin em îro di vî halî de ne’ 2023-02-13 09:55:35   RIHA - Nûnerê ÎMO’ya Rihayê Berat Mahsûn Kaya diyar kir ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, heta daxwaza xwediyên avahiyan nebe analîza avahiyan nake û got: “Ji ber ku saziyên fermî her tim analîzên teknîkî nakin îro em di vî halî de ne.”   Li navçeya Bazarcix a Mereşê ku di 6’ê sibatê de erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6 çêbûn bandor li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê kir. Riha jî yek ji van bajarên erdhej lê çêbûyî ye. Li Rihayê di encama erdhejê de, 304 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 hezar 423 kes birîndar bûn û 253 avahî jî edî nikarin bên bikaranîn. Piştî erdhejê ewlehî, îhmal û kontrola avahiyan ket rojevê. Nûnerê Odeya Endezyarên Înşeatê (ÎMO) yê Rihayê Berat Mahsûn Kaya tekildarî mijarê nirxandin kir.    ‘DIVÊ PERFONMANSA AVAHIYAN A ERDHEJÊ BIHATA KIRIN’   Kaya, bi lêv kir ku wan jî li Rihayê xebatên tespîtkirina xesarên avahiyan kirine û di piraniya avahiyên kevin de xesar hene. Kaya, axaftina xwe wiha domand: “Her avahiyekê heta cihekî emrê wê heye, divê performansa avahiyan a erdheje weke sîstematîk bihata kirin. Avahiyên li taxa Bahçelîevler 50 salan zêdetirin hene. Divê analîza wan bê kirin. Piraniya van avahiyan edî emrê xwe temam kirine. Divê bi endezyaran ve tetkîkên van avahiyan bên kirin. Mirov dikare wisa bizane ku di erdhejeke din de wê ev avahî xesareke çawa bibînin.”   ‘BI DAXWAZA XWEDIYÊN AVAHIYAN ANALÎZ TÊN KIRIN’   Kaya, destnîşan kir ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê bi daxwaza xwediyên avahiyan analîza avahiyan dike û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku saziyên fermî analîza van avahiyan nekirine, em îro di vî halî de ne. Tedbîra herî girîng, tespîtkirina emrê avahiyan e. Lê mixabin tiştekî wisa li vî welatî tune ye. Heke ji berê ve tetkîka avahiyên ku hilweşiyane bihata kirin, ev avahî wê ji nû ve bihatina çêkirin. Lê mixabin ji ber ku analîzên wan ên teknîkî nayên kirin û li benda însafa xwediyên avahiyan tê sekinandin, ew avahî jî nayên analîz kirin û tedbîr nayên girtin.”   ‘LI TIRKIYE MUTEHITÎ LI SER RANTÊ SAZ BÛYE’   Kaya, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo careke din ji rewşeke wisa re rû bi rû nemînin divê guh bidin personelên teknîkê û wiha got: “Divê li Tirkiyeyê mijara mutehitiyê ji nû ve bê sazkirin. Ji ber ku mutehitî li Tirkiyeyê weke madî û rantê tê dîtin. Divê mutehit bi personelên teknîkê, avahîsaz, înşeat û endezyaran re di nav hevkariyê de bin. Ji ber ku di çêkirina avahiyan de bi hev re nayê xebitandin pişt re di tesîsatên mekanîk de pirsgirêk derdikevin. Li ser vê gelek raporên me jî hene, ji van raporan re guh bê dayin.”   MA - Mahmût Altintaş