Rojnamevanan tiştên li Hatayê qewimîn vegotin: Cihên ku alîkarî negihiştinê hene 2023-02-13 10:37:23   STENBOL - Rojnamevanên ku bi armanca tiştên li herêma erdhejê li Hatayê qewimîne ragihînin çûne herêmê, bal kişandin astengkirinên bi OHAL’ê dest pê kirin û wiha gotin: “Çi dibe bila bibe em ê bibin dengê gel.”   Rojnamevanên li Hataya ku yek ji bajarên ji her du erdhejên li navçeya Bazarcixa Mereşê çêbûne, bandor bûye nûçeyan çêdikin ji aliyê medyaya sereke ve hedef tên nîşandan. Rojnamevanên ku ji aliyekî erdheja li bajêr dikişinin û mexdûriyeta gel radixînin ber çavan li aliyê din dibin hedefa êrişan.    Rojnamevan Buşra Cebecî, Volkan Pekal û Pinar Gayip a di roja ewil a erdhejê de çûn Hatayê çavdêriyên xwe yên li bajêr vegotin.    Rojnamevan Gayip a li gel erdhejê ji Stenbolê derket rê diyar kir ku bi sedan kes ji bo biçin herêma erdhejê derketin rê lê dîtine ku rayedarekî ku ji aliyê alîkariyê ve araste bike tune bûye. Gayip, da zanîn ku mexdûrên erdhejê yên navçeya Defneyê bi gotina “Em ê êdî çawa rabin ser piyan?” bal kişand ser mezinbûna mexdûriyetê.    GAYIP: RAYEDAREKÎ KU JI BIN KAVILAN DERXÎNE TUNE BÛ   Rojnamevan Pinar Gayip   Gayip, got ku “Hatay êdî bajarekî xeyalet e” û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku mal bi temamî hilweşiyan e. Beşeke malên li ser piyan mane jî nîne. Hêj jî cenazeyên di bin kavilan de hene. Heta roja pêncan jî ji bin kavilan deng dihat lê rayedarekî ku derxîne kes tune bû.” Gayip, anî ziman ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), sazî û rêxistinên  şoreşger û sosyalist hatine bajêr û wiha berdewam kir: “Şoreşgeran bersiva banga gel dan. Tîmeke lêgerîn û rizgarkirinê hate avakirin. Ji ber ku ekîpmanên wan tune bûn gel bi destên xwe kavil dikolan. Hin mexdûrên erdhejê ji bin kavilan derxistin. Dîsa peyamên kesên ku di bin kavilan de dişandin hebûn. Digotin ‘me ji vir derxînin’. Lê piştî îlankirina OHAL’ê leşker hatin bajêr. Tîmên AFAD’ê hatin. Armanca OHAL’ê ew bû bikevin pêş rastiyên li vê derê, mirovan çavtirsandî bikin û mirovan tenê bihêlin. Gayip, anî ziman ku weke rojnamevan bi astengkirinan re rû bi rû man û wiha pê de çû: “Em hewl didin nûçeyan demildest ragihînin. Ji ber vê yekê malpera me ya ETHA’yê hate astengkirin. Nûçegihana me ya liv ir Elîf Baybûrt ji aliyê nûçegihanên medya sereke ve hedef hate nîşandan. Desthilat naxwaze rastiyên li vir qewimîne derkevin holê.”   PEKAL: GEL DIBÊJE ‘DEWLET TUNE YE’    Rojnamevan Volkan Pekal   Rojnamevan Pekal jî anî ziman ku xebatên li bajêr ji aliyê dilxwazan ve tên kirin. Pekal anî ziman ku piştî çend rojan leşker û polîs hatine herêmê û wiha got: “Diviyabû xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatibûna kirin lê dewlet di vê mijarê de gelek dereng ma. Me di roja erdhejê ya pêncemîn de li Defneyê Kizilay dît. Me cara ewil li qadê dît. Welatî li vir dibêjin ‘dewlet tune ye’.” Pekal got ku “berpirsyarê van tiştên qewimîne desthilat e û axaftina xwe wiha domand: “Mekanîzmayeke dewletê ya têkçûyî heye. Mirovan êdî hêviya xwe ji dewletê birî ye. Li cihên ku deng jê dernekeve xebatên lêgerîn û xelaskirinê nayên kirin.”   Pekal, diyar kir ku ligel OHAL’ê hewl hate dayîn rojnamevan bên astengkirin ev tişt gotin: “Çi dibe bila bibe em ê bibin dengê gel.”   CEBECÎ: TRAJEDIYEKE MIROVÎ TÊ JIYÎN     Rojnamevan Buşra Cebecî   Rojnamevan Cebecî jî wiha got: “Gotin di cih de be li vir tirajediyeke mirovî tê jiyîn.” Cebecî, da zanîn ku roja ewil xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nebûn û welatiyan bi destên xwe xizmên xwe ji bin kavilan derdixistin û wiha got: “Hatina mirovan a ji bo vir ya ji welatên biyanî bi rêya çapemenî û hêza medyaya dîjîtal çêbû. Bandora hikumetê jî heye ku erdhej bû sedemê evqas hilweşînê. Mînak avahiyeke ku breiya salek û nîvan hatiye çêkirin jî hilweşiya. Şûna ku bi hesînên 24’an were çêkirin bi hesinên 12’an hatiye çêkirin. Em qala avahiyeke ku ji 80 daîreyan pêk tê dikin. Em behsa apartmaneke ku ji bo 400 kesan dikin. Tê gotin ku ji vê avahiyê weke kesên mirî û sax 50 kes hene. Yên mayî li ku ne?”   Cebecî, bal kişand ku hem beriya erdhejê hem jî piştî erdhejê gelek kêmasî û xeletiyên mezin hene û wiha got: “Dewlet jî dereng hat. Kesên li Hatayê ji bin kavilan hatine xelaskirin perîşan in. Hêj jî cihên ku alîkarî negihiştinê hene.”