‘Divê ji fikarên girtî û malbatan re bibin bersiv’ 2023-02-13 11:08:14   ÎZMÎR - Rêvebera EGE-TUHAYDER’ê Hediye Tekîn da zanîn ku hem girtî û hem jî malbatên wan piştî erdhejê ketine nava fikarên mezin û wiha got: “Divê tavilê ji fikarên girtî û malbatan re bibin bersiv. Divê mafê hevdîtin û telefonê bên zêdekirin.”    Du erdhejên li Mereşê çêbûn rê li ber karesateke mezin vekir. Erdhejê bandoreke mezin li 10 bajaran kir û vê yekê bo girtî û malbatan fikarên mezin çêkir. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê ku agahî ji malbatên xwe negirtin, di 7’ê sibatê de serî hildan. Di encama mudaxeleya leşkeran de 3 girtî hatin qetilkirin û 2 girtî jî birîndar bûn.    Malbatên girtiyan ji rexekî ve li dijî kavilên erdhejê têdikoşin û li rexa din jî ji bo zarokên xwe bifikar in. Malbatên girtiyan jî dixwazin ku dewlet wan agahdar bike û ji fikarên wan re bibe bersiv.    HEM MALBAT Û HEM JÎ GIRTÎ FIKAREDAR IN   Rêvebera Komeleya Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE-TUHAYDER) Hediye Tekîn da zanîn ku piştî erdhejê girtiyan nekarîne xwe bigihînin malbatên xwe û ev tişt anî ziman: “Fikarên wan pir zêde ne. Dixwazin ku tavilê bi malbatên xwe re biaxivin. Bi erdhejê re komkujiyek çêbû. Ji gelek deveran bo me agahî tên. Hem malbat zarokên xwe mereq dikin û hem jî girtî malbatên xwe. Ji ber telefonên hatine qutkirin, em nikarin xwe bigihînin gelek malbatan. Malbatên me xwegihandinê jî dibêjin ‘em baş in.’ Lê malên gelemperiya wan hilweşiyan e. Lewma fikarên girtiyan zêde dibin. Ji ber ku nizanin bê ka malbatên wan li kolanan dijîn an na, yan jî alîkariyê gihiştiyê yan na.”    Hediye Tekîn   'DIVÊ JI FIKARAN RE BIBIN BERSIV’   Tekîn, anî ziman ku malbatên gelek girtiyên di girtîgehên Tekîn, Şakran û Kiriklarê li herêma erdhejê ne û axaftina xwe wiha qedand: “Weke sazî em hewl didin tiştên qewimîn ragihînin. Hinek girtî agahiyan digirin. Lê ev agahî pir bisînor in. Dikarin televîzyonê temaşe bikin lê derfetên wan kêm in û tiştek ji destê wan nayê. Lewma divê tavilê ji fikarên wan re bibin bersiv. Girtî mereq dikin bê ka li derve çi deqewime. Girtiyên li Hatayê agahî ji malbatên xwe negirtin lewma serî hil dan. Êdî dema gotinê nema ye. Divê ji bo girtiyan gavek bê avêtin. Divê her kes li ser vê mijarê bi baldarî bisekine. Divê mafê wan ê telefonê zêdetir bibe. Hewceye hevdîtinên vekirî hebin û ji fikarên malbat û girtiyan re bibin bersiv. Malbat, fikarên xwe ji me re dibêjin. Em jî di nava hewldanan de ne. Ji destê kê çi tê divê bike. Divê em bibin dengê girtiyan.”    MA / Delal Akyuz