Hejmara kesên jiyana xwe ji dest da derket 31 hezar û 643’yan 2023-02-13 12:24:25   NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’ê aşkere kir ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 31 hezar û 643’yan.    Erdhejên ku di 6’ê sibatê de li navçeya Bazarcix a Mereşê çêbûn û bandor li 10 bajarên bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û Sûriyeyê kirin. Bi ser erdhejê re 8 roj derbas bûn û her ku diçe bilançoya erdhejê giran dibe. Li gorî daxuyaniya AFAD’ê ya dawiyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 31 hezar û 643’yan.