Keya bertek nîşanî nelirêtiya di tespîtkirina xesarê da, li şûna wî qeyûm hat tayînkirin 2023-02-13 13:25:36   RIHA - Li şûna keyayê Taxa Esentepeyê ku di dema tespîtkirina xesarê de li dijî nelirêtiyê derket,   qeyûm hate tayînkirin.    Qeymeqamê navçeya Karakopru ya Rihayê li şûna keyayê Taxa Esentepeyê Omer Bagiran qeyûm tayîn kir. Bagiran, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî agahî parvekirin û wiha got: “Dema tîmên ku piştî erdhejê ji bo vênerînê hatin taxê, min hişyar kirin ku xebata xwe baldartir bikin. Lewma li şûna min qeyûm hat tayînkirin.”    Me jî xwe li ser telefonê gihand Omer Bagiran. Bagiran, têkildarî mijarê ev agahî dan: “Ji bo tespîtkirina xesarê ji taxê re tîm hatin şandin. Van tîman bêyî ku kontrolan bikin, barkod xistin deriyên malan û çûn. Şêniyên taxê li min geriyan û gotin; ‘Em barkodê didin xwendin lê nivîsa ‘avahiya ku kesek nikare têkevê’ derdikeve pêşiya me.’ Lewma jî min ji tîmê re got; ‘hûn çima kontroleke baş nakin?’ Ji min re gotin; ‘Tu hesabê ji me dipirsî?’ Piştre jî xebat dan sekinandin. Piştre jî li qereqolê bangî min kirin. Tîmê, bi hinceta ‘xebatan asteng dike’ giliyê min kirine. Li qereqolê mohra keyatiyê ji min hate standin.”    Bagiran ji peywirê hate girtin û saetek piştre jî Qeymeqamtiya Karakopruyê bang lê kir. Mohra ku ji Bagiran hatibû standin radestî azayê 1’emîn Halîl Esmer hate kirin.