Leşkerên ku Gureşçî bi îşkenceyê kuştin li ser wezîfeya xwe ne 2023-02-13 14:02:37   AMED - Hat zanîn ku leşkerên gumanbar ên li Hatayê Ahmet Gureşçî binçav kiribûn û di binçavan de bi îşkenceyê wî kuştine li Qereqola Cendirmeyan a Altinozuyê li ser wezîfeya xwe ne.    Li taxa Buyukburç a Hatayê bi îdiaya ku Ahmet Gureşçî û Sabrî Gureşçî yên birayên hev di 7’ê sibatê de ketine bayîyek tekele û “talankeriyê” pêk anîne, leşkerên Qereqola Cendirmeyan a Altinozê her du birayana kirin binçavan. Ahmet Gureşçî di binçavan de bi îşkenceyê hatiye qetilkirin û birayê wî Sabrî Gureşçî jî bi îşkenceyek giran re rûbirû maye. Derket holê ku leşkerên îşkence li her du birayan kirine, li ser wezîfeya xwe ne.    Hat diyarkirin ku Sabrî Gureşçî yê îşkence lê hatiye kirin hê jî li qereqolê di çavdêriya leşkeran de ye. Parêzerê Gureşçî, Ûmît Buyukdag da zanîn ku her cûre îşkence li miwekîlê wî hatiye kirin.    ‘SABRÎ DI REWŞEK BI XOF DE YE’    Buyukdag anî ziman ku bi ava cemidî û her cûre îşkenceyê re rûbirû maye û laşê wî ji ber îşkenceyê reş û şîn bûye û got: “Sabrî ji ber îşkenceya lê hatiye kirin, di rewşek pir bi tirs û xof de ye.”    LEŞKER HÊ LI SER KAR IN    Buyukdag diyar kir ku leşkerên ku Ahmet Gureşçî kuştine û îşkence li Sabrî Gureşçî kirine hê jî li heman qereqolê li ser wezîfeya xwe ne û hê jî polîs li ser dosyeyê dixebitin. Buyukdag bang li hemû partiyên siyasî kir ku rewşa Gureşçî bişopînin da ku bûyer were ronîkirin û neyê nixûmandin. Buyukdag got wan daxwaznameya xwe ya gilîkirinê amade kirine û dê îro radestî dozgeriyê bikin.