Kompleksa sporê ku mexdûrên erdhejê lê ne, ji ber şewba guriyê hat valakirin! 2023-02-13 14:37:10 AMED - Hat hînkirin ku duh li Amedê li Kompleksa Sporê ya Halît Gurselê şewba guriyê belav bûye. Hat ragihandin ku ji ber vê komplkesa sporê hatiye valakirin û piştî hatiye dermankirin cardin mirov lê bi cih bûne.    Hat hînkirin ku duh êvarî saet li dor 8'an Kompleksa Sporê ya Halît Gursel a li navçeya Peyasê ya Amedê ku mexdûrên erdhejê lê dimînin, ji ber şewba guriyê hatiye valakirin û piştî kompleks hatiye dermankirin cardin mexdûr lê hati8ne bicihkirin. Hat diyarkirin ku 5-6 kesên bi şewba guriyê ketine tên dermankirin û beşek ji mexdûran dest ji kompleksê berdane. Kesekî peywirdar got ku piştî şewbê kompleks hatiye valakirin û paşê hatiye paqijkirin.    DIBE KU NEXWEŞÎN ZÊDE BIBIN!   Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Halîs Yerlîkaya, bibîr xist ku li cihên bi vî rengî ger tevdîr neyên girtin dibe ku şewb zêde bibin. Yerlîkaya da zanîn ku ava vexwarinê û paqijî dibin cihê nexweşînên bi vî rengî û got ku korona jî di nav de sorik, gurî, spî û mantar dibin ku belav bibin.    Yerlîkaya ji bo pêşîgirtina nexweşiyên bi vî rengî bal kişand ser ava paqij û zexîreyê paqij û got: "Çopên li van deran divê bên berhevkirin û bên ebrterefkirin. Demildest divê konteyner bên çêkirin. Li bajarên konî demildest divê şert û emrcên paqijî, germkirin û hêwirandinê bên peydekirin. Her wiha li herêmên erdhejê berhevkirina çopan gelekî girîng e."