Li Amedê welatî li ber deriyên morgan li benda cenazeyan in 2023-02-13 14:37:36 AMED - Li Amedê bi sedan kes li ber deriyên morgên nexweşxaneyên Amedê li bendê sekinîne ku cenazeyên qurbaniyên erdhejê werbigirin.    Li Amedê heta niha ji bin xirbeyên 7 avahiyên hilweşiyabûn, 319 cenaze hatine derxistin û bi ser 900 kesî re jî birîndar hene. Li avahiyên Işik, Akar (Hîsamî) û Yoldaş ên li navçeya Rezanê hilweşiyabûn, duh xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn. Li ser xirbeyên avahiyên hilweşiyayî Diyar Galeria (2 blok), Selîn 2 (Cengizler) û Sozel xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin. Tê texmînkirin ku hê jî 60 kes di bin xirbeyê avahiya Diyar Galeria de ne.    BI SEDAN WELATÎ LI BER DERIYÊN MORGÊ NE    Bi dehan cenazeyên ji bin xirbeyan hatine derxistin, li morgên nexweşxaneyan tên rawestandin. Bi dehan malbat û bi sedan welatî li ber morgan sekinîne û li benda wergirtina cenazeyan in. Bi dehan malbat bi awayek xemgînî li ber morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî rawestiyan e û li bendê ne ku cenazeyên xwe werbigirin. Welatiyên ku li ber morgê ne li ser qurbaniyan dilorînin.    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û rêveberên Partiya Çep a Kesk û HDP’ê serdana malbatên dilşewat kirin û sersaxiyê ji malbatan re xwestin.