Odeya Mîmaran: Rêziknameya erdhejê nehatiye pêkanîn 2023-02-13 16:14:00 ENQERE - Serokê Odeya Mîmaran a Şaxa Enqereyê Tezcan Karakûş Candan, diyar kir ku "rêziknameya erdhejê" ya piştî erdheja 199'an a Marmarayê hatiye çêkirin nehatiye pêkanîna û got: "Me ji avahiyên qerase yên hilweşiyan dît ku ders ji erdhejê nehatiye werhgirtin."    Şandeya Pêşvekolanê ya ji aliyê Odeya Mîmaran ve hat avakirin, li Bazarcix û Elbîstana Mereşê û paşê li Edene, Osmaniye, Hatay û navçeya Samnadagiyê ya Hatayê hin lêkolîn kirin.    Serokê Giştî yê Odeya Endezyaran Eyup Mûhçû, Sekreterê Giştî yê Odeya Mîmaran Tores Dînçoz, endamên Desteya Rêveber a Navendî ya Odeya Mîmaran Bulent Batûman û Songul Uzgun, Serokê Odeya Mîmaran a Şaxa Enqereyê Tezcan Karakûş, Cîgirê Serok Alî Atakan û Endamê Desteya Rêveber a Şaxa Buyukent a Stenbolê Gokhan Tanriover jî di nav de şande lêkolînên xwe yên li herêma erdhejê didomîne.    Serokê Odeya Mîmaran a Şaxa Enqereyê Tezcan Karakûş Candan destnîşan kir ku di pêşvekolana li herêma erdhejê de nimûne ji hesin û betonê wernegirtine. Candan bilêv kir ku ji ber pirsgirêka koordînasyonê otorîteya siyasî nikaribûye afetê bi rê ve bibe û ev tişt gotin: "Me bi çavê xwe dît hilweşandineke qerase çêbûye. Li bajarên ku erdhejok lê didomin, gelek avahî xesar dîtine û ev avahî xetere ne. Gel li kuçeyan e û di şert û emrcên dijwar de ye. Demildest divê unîteyên hêwirandinê yên demborî bên çêkirin û mirov li van deran bên bicihkirin. Li herêmê talûkeya şewbê zêde dibe. Kesên ku 6 roj in bi ahwara mexdûrêne rdhejê de neçûne, dê çawa van bajaran bi ruh û can bikin, a rast fikarên me hene. Bi atybetî li Hatayê, di sto0ka avahiyên nû de rûxandineke mezin heye. Me bi çavê xwe dît ku rêziknameya erdhejê ya piştî erdheja 1999'an hat çêkirin nehatiye pêkanîn. Di lêkolînan de ku me kirin, me dît ku hişyariyên me yên ji bo bajarsaziyê û avahiyan hatine paşguhkirin. Me dît ku di pêvajoya amadekariyê ya planên îmarê de jî xebatên jeolojî û etutê kêm hatine kirin."