Li Hatayê grûbên nijadperest bi çekan digerin: Mexdûr û dilxwaz di hedefê de ne 2023-02-13 16:14:33 HATAY - Parêzerên endamên ÇHD’ê diyar kirin ku piştî erdhejê li navçeyên Hatayê ku bi piraniya wan nifûsa erebên elewî lê dimînin bi binpêkirinên mafan ên cidî re rûbirû mane û grûbên çekdar ku bi hestên nijadperest tevdigerin, grûbên çepgir ên dilxwaz û mexdûrên erdhejê dikin hedef.    Li Hatayê li aliyekî karesatek mezin a erdhejê çêbûye û li aliyekî jî pirsgirêka ewlehiyê derketiye holê. Daxuyanî û parvekirinên Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag û xesasetiya ku li dijî diziyê çêbûye, li Hatayê veguherî êriş û lînckirinê. Li bajêr hin grûbên ku nayên zanîn û bi çekan digerin derketin holê. Van kesên çekdar ku ji derve anîne herêmên ku bêtir xelkê erebên elewî lê dijîn, di bin navê “diziyê û talankeriyê dikin” de êrişî dilxwazên erdhejê û welatiyên li wir dikin.   Herî dawî li navçeya Altinozu ya Hatayê Ahmet Gurşçî û Sabrî Gureşçî yên birayên hev in, ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û Ahmet Gureşçî bi îşkenceya xedar hat kuştin û Sabrî Gureşçî jî bi îşkenceya xedar re rûbirû man û bi tawanbariya “diziyê kiriye” sewqî edliyeyê hat kirin.    GEFA KUŞTINÊ LI DILXWAZAN DIXWIN    Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ku ji destpêka erdhejê ve li herêmê xebatan bi rê ve dibin diyar kirin ku van grûbên çekdar gefan li wan jî xwarin e. Parêzeran got cara ewil roja çaremîn a erdhejê 2 dilxwazên erdhejê yên Kaldiraçê bi gefa polîsan re rûbirû mane. Parêzeran da zanîn ku rojek piştre jî polîs û grûbên çekdar gefê li Parlamenterê TÎP’ê Bariş Atay dixwin.    POLÎSÊN NEFERMΠ   Parêzeran da zanîn k udi 10’ê sibatê de li navçeya Samandagê 3 zarok bi tundiyê re rûbirû mane û gelek kesên cilên polîsan li wan û ne wezîfedarên resmî ne gefan li xelkê dixwin û li ser kar in.    POLÎSÊN BI DAR Û BER    Parêzeran destnîşan kir ku wan bihîstiye ku du sivîlên ku li taxa Esenlîk a navçeya Defneyê xwestine biçin malê ji aliyê leşkeran ve hatine kuştin û navê sivîlan hîn nebûne lê bûyerê piştrast kirine. Parêzeran diyar kir ku li taxa Akevler a Antakyayê tê gotin di avahiyekî de talankerî pêk tê û li ser vê yekê nêzî 500 kesî kom dibin û li bendê ne ku ew kesên çûne diziye bên xwarê û bi yek carê dengê tekbîran bilind dibe û gelek binpêkirinên wiha qewimîne û hemû jî bê bingeh in. Parêzeran got dema wan ji polîsan alîkarî xwestiye gotine ku ew dilxwaz hatine vir, çekên wan tune ne û dar û beran dane destên wan.    LÊDAN Û KUŞTIN    Parêzeran anî ziman ku herî dawî Ahmet Gureşçî bi îşkenceyek xedar hatiye qetilkirin û birayê wî Sabrî Gureşçî jî bi îşkenceyek xedar re rûbirû maye û li gorî wan bihîstiye endamek MÎT’ê yê berê grûbek ava kiriye û li mirovan dixin û wan dikujin.    GRÛBÊN ÇEKDAR    Parêzeran destnîşan kir ku li Hatayê problemek pir cidî ya ewlehiyê çêbûye û wiha gotin: “Li derdora taxa Akevlerê ku leşker lê hatine bicihkirin, grûbek faşîst a çekdar li wan deran belav bûye. Yek ji van jî ne fermî ne. Li ser cilên wan Ocaxên Ulkuciyan hatiye nivîsandin. Bi îdiaya ‘ewlehiyê’ çekan dane destê xwe û xwedîgiravî dê ewlehiya canê xelkê biparêzin. Heta me sekinandin û pirsa ku em kî ne ji me kirin. Yê ku vê kiriye jî li gund kafeya wî ya înternetê heye. Pirsgirêkek pir cidî ya ewlehiyê heye. Li gorî zanyarên hatine ber destê me dibêjin ku leşker bi çekên giran daketine kolanan. Gelek mirov bi îşkenceyê re rûbirû dimînin. Ji berk u yekîneya binçavkirinê nîne, gelek mirov bi îşkenceyê tên kuştin û tundî li wan tê kirin. Ev yek jî me ditirsîne.”    ‘DILXWAZ Û MEXDÛR DI HEDEFÊ DE NE’    Parêzeran da zanîn ku kesên nijadperest wek Umît Ozdag ku gotinên cihêkar û nijadperest belav dikin îşkence, kuştin û tundî diqewime û wiha axivîn: “Ev grûbên faşîst bi hestên nijadperest bi temamî şoreşger, dilxwazên erdhejê, mexdûrên erdhejê û penaberan dikin hedef. Dest bi kuştina mirovan kirine. Hêzên paramîlîter ên dewletê li herêmên erdhejê hatine belavkirin. Bi rastî jî me niha nizanin gelo ka polîs û leşkerên fermî li herêmên erdhejê hene an jî tune ne. Grûbên ku ji bo kuştina mirovan hatine li qadê hene. Em difikirin ku ev bi koordîneyan dixebitin. Dibe ku ev kes milîs û çeteyên wan bin.”    MA / Tolga Guney